TUAY-DER: Li girtîgehan rîskeke mezin heye!

TUAY-DER'ê bal kişand ser gefa vîrûsa koronayê û diyar kir, girtîgeh paqij nînin, lewma girtî divê tavilê bên berdan.

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk da ku li ser rewşa girtîgehan agahî parve nekiriye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş mezin e û hate gotin, "Li girtîgehan 1300 girtiyên nexweş hene ku rewşa tenduristiyê ya 450 ji wan di kategoriya nexweşên giran de ye. Ji van girtiyên nexweş Semîre Dîrekçî li girtîgeha girtî ya jinan a Amedê tê hiştin, di Hezîrana 2019'an de emeliyat bû û 9 meh in roviyên wê li derve ne, bi vî rengî dijî. Mehmet Ozkan jî 80 salî ye û li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê hiştin. Nexweşê dil, KOAH, tansiyona bilind û gûatr a bi jehr . 27 sal in li girtîgehê bi van nexweşiyan dijî. Girtiyekî din jî Halîl Guneş e ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye û nexweş e. Nexweşişyên wî jî kansera hestî, helandina hestî, epîlepsî û nexweşiya kezebê ye. Bi van nexweşiyan dijî."

'NE PAQIJ E, EM BI FIKAR IN'

TUAY-DER'ê diyar kir ku divê girtî bên berdan û got, "Ji ber girtiyên nexweş ên li girtîgehan em bi fikar in. Em weke gel li derve di nava şert û mercên azad de bi zor û zehmetî li dijî vîrûsê têdikoşin, gelo li girtîgehê ku nepaqij e, mutbex, banyo, tiwalet û cihê razanê hevpar in, wê girtî çawa li dijî vîrûsa koronayê têbikoşin. Îranê girtîgeh vala kir, DYE nîqaş dike ku girtîgehan val abike. Li Tirkiyeyê di vê mijarê de nîqaşek jî nayê kirin ku ev yek me dixe nava fikaran. Bi navê TUAY-DER'ê em bang li Wezareta Edaletê û rayedarên hikumetê dikin ku di serî de girtiyên nexweş girtiyan hemûyan tavilê berdin yan jî cezakirina wan taloq bikin."