Tosûn: Rojeva me tecrîd, grevên birçîbûn û berxwedan e

Parlementera HDP’ê yê Amedê Remziye Tosûn ragihand ku rojeva wan tecrîd, grevên birçîbûnê ne, anî ziman ku tavilê tecrîd bila bidawî bikin.

Parlementera HDP’ê yê Amedê Remziye Tosûn li gel malbatên zarokên wan di grevê de ne li avahiya HDP’ê ya Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Tosûn ev tişt got: “ Berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatî destpêkirin di roja 147’an û girtiyên siyasî yên li zindanên cihê didomin. Bi domandina grevên birçîbûnê re li girtîgehan cenaze derdikevin. Di nava 15 rojên dawî de 6 cenaze ji girtîgehan derketin. 6 girtî ji bo bidawîkirina tecrîdê bi çalakiyên canbexane canê xwe feda kirin.

Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin, her roja diçe rewaş berxwedêran giran dibe. Hilbijartin niha ji rojeva me derketiye rojeva me tecrîd, grevên birçîbûnê û berxwedan e.Ji bo bidawîkirina mirinan divê bikevin nava tevgerê.

Xizma girtiyan Besya Kaymaz jî ev tişt got: “Rewaş berxwedêrên di grevê de ne pir xirabe. Hevrêyên me yên ku ev 105 roj in di grevê de ne hene. Divê bi lezgîn Rêxistinên Civaka Sivîl bikevin nava tevgerê.

Em vê na pejirînin. Niha 7 xwarziyên min li girtîgehê ne û hemû jî di grevê de ne. Li girtîgehên Amed û Tarsûsê ne. Êdî destê zarokê me xwe nagire û çavên wan jî nabîne. Bila dengên wan bibihîsin. Divê bi lezgîn pêşiya mirinan bê girtin.”