Tolhildan: Azadiya Rêber Apo deynê li ser sukra me ye

Endama Komîteya Karên Şehîdan a PKK'ê Zîlan Tolhildan bal kişand ser pêwendiya navbera jidayikbûna Ocalan û îradeya şikandina zincîra koletiyê û got, "Azadiya wî deynê li ser sukra me ye."

Endama Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK'ê Zîlan Tolhildan derheqê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan axivî. Tolhildan got bi bûyina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 4'ê Nîsanê re zincîra koledariyê ya bi hezaran salan hatiye şikandin, li gel Rêber Apo artêşbûna jinê û partîbûna jinê di serî de jin kiriye ku hemû mirovahî ber bi azadiyê ve dest bi meşê bike.

'RÊBER APO BI BÛYINA XWE HÊVÎ VEJANDIN'

Tolhildan got di serî de jin û ciwan divê hemû gel li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev asê bibe û domand:

''Meha Nîsanê meheke pîroz e, Meha guherîn, veguherîn û vejînê ye. Meha herî xweşik a biharê ye. Li her deverê dibe wesîleya nûbûnê, zindîbûn e. Di meheke wiha pîroz de, sala 1949'an li gundê Amara rêberê hêviya gelan, rêberê hêviya mirovahiyê bi bûyina xwe re hemû Rojhilata Navîn, hemû mirovahî ronî kir. Hêvî ji nû ve vejand. Ji ber vê 4'ê Nîsanê roja bûyina Rêber Apo ye. Ez bûyina Rêber Apo, di serî de li mîmarê azadiyê, mîmarê felsefeya heqîqetê li Rêber Apo, li şehîdên me yên nemir, li hemû mirovahiyê, li gelê Kurd, li berxwedêrên zinanan, li hevalên ku niha li mewziyan têdikoşin, li ber xwe didin pîroz dikim.

Weke ku tê zanîn rojbûna Rêber Apo rojbûna me hemûyan e, ji bo hemû gelê Kurd ji nû ve bûyin e. Bi çarçoweya heqîqeta ku li tevahiya dîrokê bûyî heke mirov binere, bûyina Rêber Apo hebûna gelê Kurd çêkir, ji nû ve vejand. Bû sedema ku mirovahî dîsa veje. Pergala desthilatdarîxwaz a berdest hebûna mirov, hebûna gelê Kurd, nasnameya wê ya zad, vîna wê, çanda wê, zimanê wê ti caran qebûl nekiriye. Ji ber vê rojbûna Rêber Apo ji bo me nasname, vîn û ramana azad û xwedîbûna li van e. Lê her wiha ji nû ve derketina ser rûyê dinê ya wê heqîqetê ye ku di dîrokê de tim hatiye veşartin, berevajî kirin, rojanekirina vê heqîqetê ye. Beriya her tiştî heqîqetê çêdike. Li dijî krîzên li Rojhilata Navîn Rêber Apo ji bûyina xwe ve, ji zaroktiyê ve li nav civaka ku lê dijî bûye xwedî têkoşîneke mezin. Bûye xwedî lêgerîneke mezin. Di vê lêgerîna xwe ya mezin e tespîta gelek pirsgirêkan kir, nakokiyên mezin jiya û hewl da ku pêşniyarên çareseriyê deyne holê. Têkoşîna pêşî hê ji zaroktî ve bi dayik, malbat û civaka xwe re da destpêkirin. Li dijî pergala ku serweran ava kirî, têkoşîna li dijî qalibên hişmendiyê yên heyî, redkirina koledariyê ye. Redkirina hişmendiya serwer û desthilatdaran e.

'JIDAYIKBÛNA RÊBER APO REDKIRINA KOLEDARIYA JINÊ YE'

Li ser van esasan Rêber Apo li dijî van hemû pirsgirêkan bûye hêza çareseriya mezin. Bi hêza xwe, berxwedan xwe û bi hêza ramanê ji bo hemû gelan, mirovahiyê bû ronkahiyeke mezin. Nexasim têkilî pirsgirêka jinê, li ser nakokiyên jinên ku hê bi hevalên xwe yên zaroktiyê dijiya ber bi lêpirsînên mezin ve çû. Li dijî polîtîkayên zayendîparêz ku pergalên desthilatdar çêkirin û li dijî hişmendiya wan bû xwedî têkoşîneke mezin. Ji ber vê bûyina Rêber Apo redkirina koledariya jinê, redkirina zayendîparêziyê û destpêka wê ye. Bûyina Rêber Apo redkirina jina klasîk e. Ji ber vê qonaxa ku em bûyina Rêber Apo weke bûyina 2'yan dibînin qonaxa çêbûna jina azad e. Berxwedaniya mezin ku Rêber Apo nîşan dayî, rêxistiniya wî, nakokiyên ku bi civakê re jiyayî, jina ku lê rast hatî kir ku hemû ya dayî red bike. Rêber Apo bi bûyina xwe mirovê azad afirand. Mîlîtaniya azadiyê afirand. Di şexsê jinê e bi pêvajoya bûyina 2'yan tevgera azadiya jinê hate afirandin. Bi Zîlanan, bi Egîdan ev hemû hatin afirandin. Artêşbûna jinê hate avakirin. Bi îdeolojiya rizgariya jinê partîbûna jinê afirand. Zanîna jinê Jineolojî avav kir.

'AZADIYA RÊBER APO DEYNÊ LI SER SUKRA ME YE'

Her wiha di vê pêvajoyê de ku em bûyina li Imraliyê ya Rêber Apo weke bûyina 3'yan dinirxînin, ji bo hemû mirovahiyê bi parastinên ku manîfestoya azadiyê ye, ji bo li dijî hemû pirsgirêkan bibe hêza çareseriyê bûye xwedî ked û hewldaneke mezin. Hemû gel û mirovahî di vê pêvajoyê de ronî kir. Niha jî Rêber Apo di nav şertên esaretê de tê girtin. Ji ber vê di pêvajoyeke wiha de azadiya Rêber Apo deynê li ser stûyê me hemûyan, armanc û hedefa me ya herî mezin e. Dewleta TC'ê ya faşîst bi şewata ku li Girava Imraliyê derxistiye bi me hemûyan re xwest ku gumanê çêbike. Piştre hişk ku hevdîtin çêbibe. Dijmin dixwaze me hînî van hemû tiştan bike. Dixwaze em bibêjin, van hevdîtinek bû, Rêbertiya me baş e, êdî baş e. Tecrîda li ser Rêber Apo tê danîn, di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd, li ser kesayatiya azad a Kurdan tê danîn û hê jî ev didome. Bi vê çarçoweyê peyama ku dive were dayin Rêber Apo li girava Imraliyê di nav şertên Imraliyê de da. Anî ziman ku komplo didome, tecrîd didome, ji bo ku tecrî bişike û azadî çêbibe divê em berxwedanê geş bikin, bi hemû aliyan çalakiyên xwe zêde bikin û berbelav bikin. Em çendî bikaribin têkoşîna xwe mezin bikin û tevlî pêvajoya berxwedanê bibin em wiha dikarin tecrîdê bişkînin.

'EM MINETDARÎ DAYIKA UWEYŞ IN'

Bi çarçoweya van sernavan bi wesîleya we em careke dî bûyina Rêber Apo di şexsê gelê Kurd de li hemû mirovahiyê pîroz careke dî pîroz dikin, li ber şehîdên xwe yên nemir em bi hurmetdarî bejna xwe ditewînin. Her wiha 11'ê Nîsanê Rêber Apo Dayik Uweyş ji dest daye. Bi vê wesîleyê careke dî malavayî li Dayik Uweyş dikim, bi hurmet û minet wê bi bîr tînin û li ber bîranîna wê bejna xwe ditewînin. Bi vê wesîleyê bûyina Rêber Apo di serî e li dayikên aştiyê, li hemû dayikan pîroz dikin, ez ji vir heta bi Imraliyê hezkirinên xwe rê dikim.''