TJA'yê ji bo Newrozê bang kir: Em tifaqa jinê ya berfireh ava bikin!

Tevgera Jinê ya Azad (TJA) li ser pîrozbahiyên Newrozê yên li 72 bajaran daxuyaniyek da û ev bang kir, "Em tifaqa berfireh û piştevaniyê ava bikin."

Newroz wê îsal bi dirûşma 'Dem dema serketinê ye' li 72 bajaran bê pîrozkirin.

Tevgera Azadiya Jinê (TJA) ji bo pîrozbahiyên Newrozê banga tevlîbûnê kir û got, "Banga me li jinan, rêxistinên jinan, civaka sivîl û parêzvanên mafên mirovan e; werin em tifaqa jinê ya herî berfireh û piştevaniyê bi hev re ava bikin. Bi yekbûnê, bi mezinkirina nirxên hevpar em dikarin pêşî li azadî, wekhevî, jiyana nû û siyaseta demokratîk vekin. Tenê bi bilindkirina dengê aştiyê li cografyayên dûr me, em nikarin bibin parêzvanên aştiyê. Her cografyaya şer a ku ji aliyê desthilatdariyên mêr ve hatine afirandin, ji bo me qada têkoşînê ye. Beriya her tiştî wezîfeya me ye ku ji cografyaya xwe dest pê bikin û li dijî şer daxwaza aştiyê bikin û bi hev re bi ruhê Newrozê aştiyê biparêzin. Dema azadiyê ya jinan wê azadiya gelan pêk bîne. Newroz tê wateya vejînê, Newroz jinûve vejîn e, Newroz hêviya aştiyê ye."