Tiryakî: Gelê me li dijî qeyûm bi me re ye

Parlamaneterê HDP'ê yê Êlişhê Mehmet Ruştî Tiryakî got ew qeyûm qebûl nakin û domand, ''Dema ku em helwesta xwe diyar dikin gelê me li kuçeyan heta dawiyê bi me re ye''.

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê li ser darbeya 19'ê Tebaxê ya li Amed, Wan û Mêrdînê got, darbeyeke siyasî ye û ti bingehên wê yên yasayî hiqûqî nîn e, ne meşrû ye û ew darbeyê qebûl nakin li dij wê li ber xwe didin.

Tiryakî bi bîr xist ku biryara qeyûm 1'ê Nîsanê hatiye standin û domand, ''Ji ber vê ne ji ber ku sûcek hatiye kirin qeyûm anîn. Biryara qeyûm biryareke ne meşrû ye.''

GEL BI ME RE YE

Tiryakî her wiha got, dagirkeriya qeyûm tê maneya tinehesibandina mafê gel ê ku hilbijêre û bibe hilbijêr, her wiha jî tê maneya tinehesibandina sendoqê. Tiryakî got, ''Dema ku em helwesta xwe nîşan didin heta dawî gelê me li kuçeyan bi me re ye. Hinekî bi mehçûbûnê, hinekî bi xemgînî her cara ku em li rasta hev tên vê dibêjin. Li gel vê, desteka li kuçeyan her ku diçe zêde dibe. Li Amed, Wan û Mêrdînê yên ku têne cem me, bi qorneyan berxwedana me slav dikin. Bi vî rengî bihistyariyeke civakî heye.''

Tiryakî her wiha got tiştên ku ew dikin di nav hiqûqa gerdûnî de ye, li dijî darbeya li ser demokrasiyê mafê xwe yê berxwedanê bi cih tînin, hêzên dewletê bi êrîşên xwe yên li ser çalakiyên wan jiyana civakî ya rojane asteng dikin.

DIVÊ BIRYAR BI PAŞ VE WERE STANDIN

Tiryakî herî dwî got, ''Em HDP li gel gelê xwe heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em li bendê ne ku hikûmet bi paş ve gav gavêje. Ev ne biryara dawî ye, biryare peywirdarkirina demkî ye. Ango hevşaredarên me ji peywirê nehatine standin. 2 mehan wê ev biryar were nirxandin. Dibe ku hikûmet ji vê şaşitiyê vegere. Gelê me li benda vê biryarê ye.''