Tirsa ji ‘tûnel’ê ketiye dilê qeyûm

Qeyûmê ku Şaredariya Mezin a Amedê dagir kirî, seraqet dikanên esnafên li pêşberî şaredariyê bi hinceta ‘xebata tûnelê heye yan na’ dide kontrol kirin.

Qeyûmê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dagir kirî mehê bi kêmanî 2 caran bi hinceta ku ‘xebatên tûnelê hene yan na’ dikan û avahiyên li pêşberî şaredariyê bi polîsan dide kontrolkirin. Esnaf dibêjin ev lêgerîn wan aciz dikin û her wiha mişteriyên wan jî ji van lêgerînan aciz dibin û ji bo vê jî nayên dikanên wan.

 ‘MIŞTERIYÊN ME PIŞTÎ LÊGERÎNAN KÊM BÛN’

Yek ji esnafê ku nexwest navê xwe bide, got, ‘’Mehê çend caran li dikanên me digerin. Dema ku li dikanê mişterî hebin bivêneve ew jî reht dibin. Ji bo vê jî hin mişteriyên me gotin ew careke dî nayên. Ti bingehê hiqûqî ya van lêgerînan tine. Wiha bi rehetî tên, dikanê bi berfirehî kontrol dikin û diçin. Ji bo ku ev lêgerîn kirine rewşeke rûtîn êdî mirov ditengije’’.

 ‘BI SER KRÎZA ABORÎ DE EV ZEXT JÎ ZÊDE DIBIN’

Esnafekî jî got ev lêgerîn ziyanê dide wan û karê wan û domand, ‘’Em li pêşberî xwe û esnafan berpirs in. Heqê kesî tine ku kesî aciz bike. Tu carekê du caran bigerî ez ê vê fêhm bkin. Lê dema ku her dem vê bikî tu yê min jî û mişteriyên min jî aciz bikî. Ev ê ziyanê bide deriyê ku nanê xwe jê derdixim, wiha jî dibe. Jixwe ji ber krîza aborî ne baş e, bi ser de ev mesele jî hê nebaştir dike.’’