Tirsa desthilatdariyê ya ji 4'ê Nîsanê: Amara dorpêçkirî ye

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji ber rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Amara dorpêç kiriye.

Sibe rojbûna 71'ê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan e. Gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê ku Ocalan lê ji dayik bûye, du roj in ji aliyê polîs û leşkerên Tirk ve dorpêçkirî ye.

Hemû rêyên ber bi gund ve bi wesayitên zirxî û TOMA'yan ji aliyê hêzên dewletê ve hatine girtin. Ji bilî kesên li Amarayê namînin destûrê nadin kes biçin gund. Dorpêçî ji doh ve hatiye berfirehkirin û ji navenda Xelfetiyê heta gundê Amarayê hatiye dirêjkirin. Her wiha li konên li ser girê li pêşberî gund jî gelek polîs û leşker hatine bicihkirin.

JI BER VÎRÛSÊ WÊ PÎROZBAHIYA GIRSEYÎ NEBE

Birazê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Alî Ocalan diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa koronayê wê li gund pîrozbahiyeke girseyî neyê kirin, tevî vê yekê jî polîs û leşkeran dor li gund girtine.

Biraziyê Ocalan Alî Ocalan got, "Dil dixwest ku ev nexweşî nebûya û mirovan 4'ê Nîsanê bi coş pîroz kiribûna. Lê belê ji ber nexweşiyê bername nehate amadekirin. Tevî vê yekê jî hêzên dewletê dor li gund girtine. Li ser girên li pêşberî gund bi cih bûne."

Mehmet Ocalan jî got, "Her kes dikare 4'ê Nîsanê li mala xwe pîroz bike."