Tirsa AKP'ê ya ji 4'ê Nîsanê: Ocalanê HDP'î nikare biçe gundê xwe

Tirsa 4'ê Nîsanê ketiye dilê desthilatdariya AKP'ê. Hikumetê qedexe kir ku parlamenterên HDP'î biçin Xelfetiyê. Ji ber vê yekê jî bend danîn pêşiya Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan.

Li ser fermana Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê, bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çûn û hatina li gundê Amara û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê hate qedexekirin. Polîs û leşkerên Tirk çend roj in gund û navçe dorpêç kirine. Nahêlin kes biçe gundê Amarayê. Leşker li nava gund mal bi mal li kesên xerîb geriyan. Leşker û polîsan sê rêyên gund bi bendan girtin.

Biraziyê Ocalan, Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan xwest biçe gundê lê ji dayik bûye. Lê nehiştin ku Ocalan biçe gundê xwe. Ocalan xwest biçe navenda Xelfetiyê, lê dîsa hate astengkirin.

Polîsan ji Ocalan re gotin, fermana wezaretê heye û nehêlin ti wekîlên HDP'ê biçin gund û navçeyê. Omer Ocalan ê li ber bendên polîsan disekine dixwaze xwe bigihîne Walîtiya Rihayê.

Ocalan rewşa pê re rû bi rû ma wek 'terora dewletê' bi nav kir û got: "Îro li ser fermana wezîrê karên hundir, ez nikarim biçim gundê ez lê ji dayik bûme. Ev jî rewşa heyî ya desthilatdariyê nîşan dide. Tu rayedar bersiv nade telefonên me. Heta Waliyê Rihayê telefona me bibersivîne em ê li vir bisekinin."