‘Tirkiyeyê li ber çavê hemû cîhanê çekên qedexekirî bi kar aniye’

Meclîsa Kerkûkê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî şermezar kir û bang li gel kir ku bi yekîtî û hevhelwestiyê li hemberî dagirkeran rabin.

Artêşa Tirk a dagirker ku nikare berxwedaniya gerîlayên azadiya Kurdistanê bişkîne, li ser hev bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tîne. Di 19’ê vê mehê de 16 caran bombe û çekên kîmyewî li hemberî çeperên şer ên gerîla bikar aniye.

Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî têkildarê mijarê daxuyaniyek da raya giştî, bang li navendên navnetewî yên wek rêxistin û navendên mafê mirovan kir. Meclîsê êrîşên hovane yên dewleta Tirk a faşîst şermezar kir û ji hemû rêxistinên dijî çekên komkujiyê xwest ku ji bo nirxên mirvoatiyê dengê xwe bilind bikin da ku nebin şirîkê tawanên dijî mirovî yên dewleta Tirk a dagirker û nebin hevkarê wê.

Hevserokê Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî Komel Sermed bi navê meclîsê daxuyanî xwend û got; “Gelê Kurd ji hemû gelên din ên cîhanê zêdetir bi çekên kîmyewî û qedexekirî re rû bi rû hatiye û komkujî li ser wê hatiye kirin. Dîrokê jî îspat kiriye ku ev gel bi vê çekê jî tune nabe, Helebce, Zîlan û Dêrsim li ber çavan e. Di demên dawî de artêşa Tirk a dagirker li herêmên Avaşîn, Metîna û Çiyayê Cûdî li ber çavê hemû cîhanê û di roja ronî de li hemberî tunel û şikeftên gerîlayên azadiya Kurdistanê çekên qedexekirî bi kar aniye û her ku diçe ew artêşa dagirker zêdetir vê çekê bikar tîne.”

Sermed di dewamê de got, “Bêguman ev yek piştî vê yekê hat ku ew dewlet di şerê li hemberî yekîneyên gerîla de bi binketinê re rû bi rû bûye. Dewleta Tirk a dagirker ji bo mayina Erdogan û nijadperestiyê vî şerî dike. Bi xwe jî dizanin ku li hemberî Kurdê azad bi giştî û bi taybet gerîlayên azadiyê bi ser nakevin. Xuya ye ku em Kurd ji ber ku her tim aştîxwaz bûne û alîgirê şer nebûne, lê li ser me hatiye ferzkirin. Her çiqasê dewleta Tirk xwedî caş, xayin û sîxur be û leşker û cebilxaneyek bi hêz a şer hebe, lê ev yek tu carî nayê vê wateyê ku em gelekî ku teslîm bûyîne.

Gelê Kurd ji ber berxwedan û jiyanê di nava şer de ye, hêza wê ya xweparastinê heye. Di dîrokê de jî çend dijminên dirindetir ji yên nihayî hewl dan ku gelê Kurd tune bikin lê nekarîne.”

Di dawiya axaftina xwe de Komel Sermed diyar kir; “Em bang li hemû mrirvoatiya bi wijdan û exlaq dikin ku bêdeng nemînin, bang li rêxistinên li dijî çekên komkujiyê dikin ku ji bo nirxên mirovetiyê dengê xwe derxînin da ku nebin şirîkê dewleta Tirk a di wan sûcan de. Eger nikarin şer rawestînin jî karekî bikin ku şer bi awayeke hevseng bi rê ve biçe û nebin hevkarê dewleta Tirk a faşîst. Ew çekên ku we bi xwe çêkir, da Tirkiyeyê û we bi xwe jî qedexe kir, niha jî nehêlin ku li dijî keç û xortên Kurd bên bikaranîn. Bang li gelê me jî dikin ku bi yekîtî û hevhelwestiyê li hemberî dagirkeran rawestin.”