Tîmên gerîla: Em jiyana bêyî Rêbertî qebûl nakin

Yek ji Fermandarê HPG’ê Agît Reşît diyar kir bila dijmin ji wan bitirse û got “Fedaiyên Rêber Apo tên. Em ê tola salan hilînin. Em jiyana bê Rêbertî qebûl nakin.”

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tîmên gerîlayên gerok li hev kom bûn û Cejna Newrozê pîroz kirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi merasîmeke leşkerî dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Di pîrozbahiyê de yek ji fermandarê HPG’ê Agît Reşît axivî. Reşît ya Rêberê Gelê Kurd di serî de Cejna Newrozê ya hemû gelên bi ruhê berxwedanê li ber xwe didin pîroz kir û bal kişand ser vî tiştî ku ruhê berxwedana tovên di sala 1973’an de hatine avêtin çawa heta îro hatiye wê ji niha û şûnde jî bi ruhê fedaî û bi hêza ku ji berxwedana Îmraliyê stendine wê bi biryardariyeke mezin bidomînin.

Yek ji Fermandarê HPG’ê Agît Reşît got “Tarza Rêber Apo tarza serkeftinê ye. Em her tim hay ji vî tiştî hene. Em dizanin dijmin ji me ditirsin. Bi awayekî barbarî û bê exlaqî êrişî me dikin. Bila ji niha û şûnde bêtir ji me bitirsin. Fedaiyên Rêber Apo tên. Em ji her demê zêdetir modern û jîr in û nêzî Rêber Apo e. Em ê tola salan hilînin. Em ê Kurdistanê bikin gora dijmin. Em ê bi tarza têkoşînê ya Rêber Apo, Newroza 2022’an bikin azadiya Rêber Apo. Em ê bê Rêbertî nejîn.”

Gerîlayan piştre heta êvarî li dora agirê Newrozê govend gerandin, bi şev jî bi fîşekên hewayî Newroz pîroz kirin.