Tevlîbûna Newroza Êlihê di asta herî jor de bû

Newroza Êlihê bi tevlîbûna asta herî jor de hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de berxwedana Efrîn hate silavkirin.

Ciwanan demxeya xwe li pîrozbahiya Newroza Êlihê dan. Rêjeya tevlîbûna Newroza Êlihê ji sedî 80’ê ciwan bûn.

Pîrozbahiya Newrozê ya di saetên sibê de bi pêxistina agirê Newrozê ve destpê kir, ciwanan li ber helbestan govend gerandin. Bi pêxistina agirê Newrozê re bi dehan ciwan çaket û cilên xwe avêtin ser agir û agirê Newrozê geştir kirin.

100 HEZAR KES HERIKÎN QADÊ

Li Êlihê tevî hemû pêkanînên qedexeker nêzî 100 hezar kes herikîn Qada Newrozê û Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiya ku bi derketina ser dikê ya hunermendên herêmî û konên kemençeyê bi axaftina dom kir.

 ‘EV MÎRAS JI MAZLÛM DOGAN MAYE’

Berpistê Komîteyê û hevserokê DBP’ê Şukru Tapkan ê di Newroza Êlihê de axivî, anî ziman ku Newroz Ji Mezlûm Dogan, Zekiye Alkan û Kawayê Hesinkar û vir ve bûye mizgîniya azadiyê. Tapkan bal kişand ser berxwedana Efrînê, diyar kir ku ne Rûsya û ne jî DYA dostên Kurd û Tirkan e, berovajî dixwazin li dijî hev bidn şerkirin.

Hevserokê HDP’ê Nîzamettîn Toguç jî anî ziman ku Newroz tê wateya mizgîniya ronahî û azadiyê ye.

‘HÊZA WE TÊRÊ NAKE’

Togûç wiha got: “Me ev xaka bi xwîna şehîdan straye û ti hêz nikare me ji ser vê axa me ya qedîm bike der û hêza we têrê nake.”

Parlemeterê HDP’ê Kadrî Yildirim jî axivî û got: “Kawa sembola berxwedanê ye.Dehaq jî hevkarên zaliman in. Heta niha Dehaq li kû rabûn li wir berxwedan jî derketiye.”

Jinên Êlihî yên ku tevlî Newrozê bibûn jî nîşana aştiyê cil û bergên spî li xwe kiribûn, mîna kevokên aştiyê xemilîbûn. Li serên xwe laçikên reş girêdabûn, êşa qetlîamên li Efrînê parvekirin.