Tevî kirîzê li Colemêrgê fêkî û zebzeyên erzan

Tevî kirîzên aboriyê her diçe nirxên fêkî û zebzeyan biha dibe, li Colemrêgê gelek kesên ji baxçeyên xwe fêkî û zebzeyan dihilberînin bi awayekî erzan difiroşin û debara xwe dikin.

Li Colemêrga ku xwedî xakekî bi berhemdar e, her cûre fêkî û zebzewat şîn dibin. Li navçeyên Çelê, Şemzînan ên Colemrêgê ku cîranê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye mehên zivistanê germ derbas dibe. Ji ber vê taybetmendiya xwe Colemêrg xwedî dewlemendiyeke ya şînatiyan e. Ji ber vê dewlemendiya xakê fêkî û zebzewatên tên çandin xwedî berhemekî zêde ye.

Li Colemêrgê gel bi xwe van berheman diçînin. Li gund û navenda Colemêrgê bi hatina werza Peyîzê re welatiyan dest bi berhevkirina fêkî û zebzewatên ji baxçeyên xwe dikin. Berhemên ku tên hilberandin beşek ji bo xwe û beşek ji difiroşin. Zebzeyên ku werza Peyîzê tên berhevkirin, beşek tên mezaxtin û beşeke din jî bo werza zivistanê mîna kirina tirşû û berhemên konserveyan tên rakirin. Ji berhemên ku tên hilberandin hemî yên dimezêxin menûnin û hem jî xwediyê wê.

BERHEM HEM XWEZAYÎ Û HEM JÎ BI TAM IN

Gel eleqekek mezin nîşanî berhemên xwezayî didin û dikirin. Gelek kes ji bo fêkî û zebzeyên xwe bikirin dikevin ser rêya Colemêrgê. Mahmût Yeşîlbaş ê ji bo kirîna fêkî û zebzewatan berê xwe daye Colemêrgê anî ziman ku hem fêkî û zebze erzan in û hem jî xwezayî ne.

Yeşîlbaş destnîşan kir ku her sal ji bo girtina fêkî û zebzewatan diçe Colemêrgê got: “Berhemên ku li vir tên hilberandin hem xwezayî û hem jî bi tam in. Zebze û fêkiyên ji derve tên hem pir bihan e, hem jî bi hormon in. Fêkî û zebzeyên li Colemrêgê tên berhevkirin hem erzan û hem jî bi tendurist in. Em jî bi vê mebestê fêkî û zebzewatên xwe ji warê xwe digirin. Hem ev hilberînên bi tendurist bikar tînin hem jî gelê me qezenç dike.”

‘HEM EM QEZENÇ DIKIN HEM GELÊ ME’

Cotkarê ku li gundan û navenda Colemêrgê bax û baxçeyan çêdikin jî, ji eleqeya gel memnûn in. Cotkarekî anî ziman ku berhemekî zêde ji hilberînên xwe girtine û got: “Di hilberînên me de ti hormon nîne. Gubreyên ku ji bo baxçeyan tên bikaranîn jî ji gubreyên lawiran in.

Di warê biha de jî pir erzan in. Fêkî û zebzewatên ji derve tên bihayê wê di navbera 5 heta 15 lîreyî de ye, berhemên me jî bihayê wê di navbera 1 heta 3 lîreyî de ye. Li vir hem em qezenç dikin, hem jî gelê me.Bi saya bihayê me hem gelê me xwedigihîne fêkî û zebzeyên erzan û bi tendurist.”