Tevî Hevserokê DBP'ê ya Bajêr 12 kes li Wanê hatin binçavkirin

Polîsên Tirk vê sibehê avêtin ser avahiya DBP'ê ya Wanê û gelek malên li bajêr. Di encamê de 12 kes hatin binçavkirin ku Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun jî di nav de heye.

Polîsan danê sibehê avêtin ser avahiya DBP'ê ya Bajêr, mal û kargehan. Tevî Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Ahmet Aygun, Berdevkê KCD'ê yê Wanê Ramazan Dûman, Hevseroka berê ya TUYAD-DER a Wanê Aynûr Bagiş, rêveberê bajêr Necmî Varhan jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin.

Kesên hatine binçavkirin ev in: Ahmet Aygun, Bariş Koyûn, Îlyas Başak, Ekîn Dersîm Ak, Ramazan Dûman, Aynûr Bagiş, Ahmet Necmî Varhan, Şehît Yarûk û Muyesser Çelîk.

Di dema lêgerînê de polîsan derî û şibakeyên avahiya DBP'ê şikandin.