Tevî hevser û 3 kurên xwe li nava YPG/YPJ'ê ye

Ciwana Tolhildan, tevî hevser û 3 kurên xwe di nava refên YPG/YPJ'ê de şer dike.

Ciwana Tolhildan, ku tevî hevser û 3 kurên xwe ji destpêkê ve di nava YPG/YPJ'ê de cih digire, destnîşan kir, ku ew ê êdî bêteredût şoreşê li dijî dewleta Tirk a bi awayekî vekirî êrîş dike, biparêzin.

Bi dehan malbat hene, ku bi malbatî tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bûne. Yek ji van jî malbata Huseyîn e. Ciwana Tolhildan (Leyla Huseyîn) 40 salî ye û dayika 4 zarokan e. Di rojên destpêkê yên Şoreşa Rojava de tevî 3 zarok û hevserê xwe cihê xwe di nava refên şoreşê de girt. Li gel îtirazên hevalan jî bi hevser û zarokên xwe re tevlî hin pêngavan bû. Ciwana niha li ser navê YPJ'ê di dadgeha leşkerî de cih digire. Kurê wê yê herî biçûk jî, ji bo tevlî nava YPG'ê bibe li bendê ye ku bibe 18 salî. Kurê wê Çekdar, di nava Pêngava Xezeba Firatê de ye, ku hê dewam dike. Ciwana destnîşan dike, ku ji bo wê cihê serbilindiyê ye ku tevî hemû malbata xwe di nava refên YPG û YPJ'ê de cih digire.

Hê di emrê zarokatiyê de bala Ciwana çû ser têkoşîna azadiyê û di ciwantiya xwe de vê nêzîkatiya wê dewam kir. Hîn di dema xwendina lîseyê de ji aliyê malbatê ve hate zewicandin û 4 zarok jê re çêbûn. Di sala 2011'an de dema karên Şoreşa Rojava dest pê kirin, wê tevî hevser û zarokên xwe ev firsend bi kar anî. Ciwana bi malbata xwe re tevlî karên destpêkê yên YXK'ê bû, ku ji aliyê YPG/YPJ'ê ve weke bingeha hêzên leşkerî hate avakirin. Ciwana qala dema tevlîbûna malbata xwe ya li nava şoreşê dike: "Tevî ku min di emrê zarokatiyê de têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir, ji bo welat û gelê xwe min tiştek nekiribû. Vê yekê ez aciz dikir. Destpêkirina Şoreşa Rojava kelecan da me hemûyan. Me ji gel û welatê xwe hez dikir û di dawiya dawî de me yê ji bo xwe tiştek bikira. Hevser û zarokên min jî mîna min difikirîn. Ewilî em hemû tevlî nava YXK'ê bûn. Di wê demê de mirovên li derdora min digotin, 'tu dayika 4 zarokan e, çi karê te li nava hêzên leşkerî heye'. Min guh neda wan. Weke jineke Kurd diviyabû min di nava parastina xwe, zarokên xwe û welatê xwe de cih bigirta. Di vê mijarê de hevser û zarokên min destekeke mezin dan min."

DI DAMEZRANDINA YPG Û YPJ'Ê DE CIH GIRT

Ciwana, hevser û zarokên wê piştî YXK'ê cihê xwe di nava damezrandina YPG'ê de girtin. Ciwana tevlîbûna li nava YPG'ê birêxistin dikir. Hevser û 3 zarokên wê jî cihê xwe di nava tabûrên YPG'ê de girtin. Ciwana li nava  YPJ'ê ku di sala 2013'an de ava bû ji aliyekî ve li Qamişloyê tevlîbûn bi rêxistin dikir, li alilyê din jî di nava tabûrên YPJ'ê yên li hin navçeyên Qamişloyê, di asta rêveberiyê de cih girt.

Ciwana balê dikişîne ser xweseriya tevlîbûna jinan li nava tabûrên YPJ'ê û wiha dewam dike: "Di destpêkê de em tenê jinên Kurd bûn. Lê piştre jinên enternasyonalîst û Ereb jî tevlî bûn. Li dijî dijminekî hov ê mîna DAIŞ'ê, me têkoşîneke mezin dimeşand. Di nava beşdarên YPJ'ê de hin jinên din ên mîna min dayik bûn, hebûn. Zor û zehmetiyên me hemûyan mîna hev bû û ji hev cuda bûn. Her kes bi ruhekî welê tevlî dibûn, ku zor û zehmetiya nikarîbûn kenê li ser rûyê me bibin. Her ku me şer dikir û em bi ser diket, moralê me zêde dibû û em hîn bêhtir tevlî nava têkoşînê dibûn. Şoreşê tevî hemû berdêlên dihatin dayîn jî rûyê me dikenand."

EŞQA ŞOREŞÊ DILDARIYA HEVPAR E

Ciwana destnîşan dike, ku bi zarok û hevserên xwe re tevlîbûna li nava şoreşê û refên leşkerî hêsan nîne û got, "Weke YPG û YPJ em tevlî şerekî gelekî dijwar bûn. Bêguman mîna her dayikê, ji ber zarokên xwe bi tirs û fikar bûm. Lê belê ji ber ku ez jî mîna wan di nava têkoşînê û şer de me, dilê min rehet e. Bi hezaran malbatan zarokên xwe diyarî şoreşê kirin. Di navbera zarokên wan û yên min de cudahî nîne. Hemû zarokên min e û ji vê jî girîngtir, hemû hevrêyên min e. Hevser û zarokên min bûn hevrêyên min. Eşqa şoreşê dildariya me ya hevpar e."

BI MALBATÎ LI TIL NASIRÊ ŞER KIRIN

Di sala 2014'an de li Til Nasir a li nêzî Til Koçerê şer dest pê dike. Ev der di navbera DAIŞ'ê û hêzên Rojava de eniya li pêş bû. Ciwana bi tabûra YPJ'ê, hevser û zarokên wê jî bi tabûrên YPG'ê tevlî vî şerî bûn. Ciwana qala wê demê dike: "Hesteke gelekî cuda bû. Hevalan bi israr ji min re gotin, ku tevlîbûna min a li vî şerî ne rast e, divê  vegerim nuqteyê. Digotin, 'Nabe ku hûn bi temamiya malbatê di nava şer de bin. Divê em we jî biparêzin'. Min qebûl nekir. Ji hevser û zarokên min re jî heman tişt gotine. Lê wan jî qebûl nekirine. bi rastî jî hesteke bedew û cihê serbilindiyê bû ji bo me."

KURÊ WÊ DI PÊNGAVA REQAYÊ DE YE

Ciwana, hevser û zarokên wê niha kadroyên YPG û YPJ'ê ne. Ciwana endama dadgeha leşkerî ye. Hevserê wê di karê lojîstîkê yê YPG'ê de ye. Kurê wê Çekdar, ku yek ji fermandarên YPG'ê ye di Pêngava Xezeba Firatê de ye, ku ji bo rizgarkirina herêma Reqayê tê meşandin. Kurê wê yê herî biçûk jî ji bo tevlî YPG'ê bibe li bendê ye bibe 18 salî.

BI YPG Û YPJ'Ê RE BÛN YEK

Ciwana destnîşan dike, ku hemû xebatên şoreşê ji bo wan girîng e, lê belê cihê YPG û YPJ'ê ji bo wan cuda ye: "Li Rojava têkoşîneke mezin hate dayîn û ev têkoşîn didome. Me bi hezaran şehîd dan. Dayikan keçên xwe yên herî hêja, kurên xwe yên herî hêja spartin axê. Hin jê cenazeyê xwe jî nîne. Bi vî rengî ev destketî hatin afirandin. Me bi vî rengî jiyan û sîstema xwe ava kir. Parastin ji destpêka şoreşê ve ji bo me gelekî girîng bû. Roj bi roj me girîngiya YPG û YPJ'ê baştir fêhm kir û em pê re bûn yek. Ji niha û pê ve jî ji bo xurtkirina YPG û YPJ'ê em ê bixebitin."

HAYA ME JI GEFA TIRKAN HEYE

Ciwana destnîşan dike, ku xurtkirina YPG û YPJ'ê mecbûriyet e û dibêje, "Gefên mezin li jiyana me ya azad û hevpar ku me bi can û xwîna xwe afirand, hene." Ciwana işaretê bi êrîşên deweta Tirk dike û tîne ziman, ku dewleta Tirk êdî bi rengekî vekirî êrîş dike: "Ez dayikek im û endama YPJ'ê me. Mîna min bi hezaran dayikan zarokên xwe tevlî vê şoreşê kirin. Ji bo serî li ber Erdogan ê faşîst bitewînin em tevlî vê têkoşînê nebûn. Bila vê baş znaibin; weke jin û dayikên Kurd em hemû endamên YPG û YPJ'ê ne. Em zarokên xwe bi hestên welatparêzî û berxwedanê mezin dikin. Li dijî her şêwe êrîşan, ji 7 heta 70 salî em ê li ber xwe bidin. Em her roj mezintir dibin, xurtir dibin."