Tevgera Nifşê Nû: Barzanî bi ser neket, bila xwe bide alî!

Li Başûrê Kurdistanê Şasûwar Abdulvahît Kadîr ê ji Tevgera Nifşê Nû diyar kir ku pêdivî bi hilbijartinê heye û divê desthilatdarî were guherandin.

Karsazê ciwan ê bi navê Şasûwar  Abdûlvahît Kadîr ê bi navê Lîsteya Nifşê Nû dixwaze beşdarî hilbijartinan bibe, têkildarî rojeva li Başûra Kurdistanê ji ANF’ê re axivî. Kadîr got ku, “Ji bo çareserkirina kêşeyên li Başûrê Kurdistanê divê hilbijartin neyên taloqkirin, berevajî wê divê roj berî rojekê were kirin.”

'PÊDIVÎ BI HILBIJARTINEKE LEZGÎN HEYE'

Kadîr nerazîbûn nîşanî taloqkirina hilbijartina 1’ê Mijdarê da û got, "Ji bo ku mirov ji vê rewşa heyî rizgar bibe, pêdivî bi hilbijartineke lezgîn heye. Kêşeyên heyî encax bi nêziktêdayîn û polîtîkayên nû werin çareserkirin."

Kadîr axaftina xwe wisa domand, “Ez ciwanekî ji Kurdistanê me. Berê di qadeke siyasî de min cih negirtibû. Ez û çend hevalên xwe, me tevgereke bi navê Nifşê Nû ava kir û em ketin siyasetê. Ez di sala 1978’an de ji dayîk bûme. Serokên partiyan ên wê demê, a niha jî serokên partiyan in. 50 sal in di siyasetê de ne. Êdî em dixwazin vî karî bidin ciwanan, bila ji ciwanan re rê vekin. Kesên a niha li ser desthilatdariyê ne, bi têkoşîneke çekdarî hatine ser desthilatdariyê, wisa difikirin ku bi têkoşîneke çekdarî jî ew ê biçin. Em baweriyê bi vê yekê tînin ku divê desthilatdarî were guherandin.”

'WELAT BÛYE KAVIL'

Kadîr diyar kir ku partiyên di desthilatdariyê de ji vê rewşa heyî berpirsyar in û got, “Ji bo tiştên ku we heta niha kiriye, destê we sax be lê êdî bes e! Bila mirovên nû vî karî bikin! Di nav evqas salan de di warê ekonomîk, siyasî û rêveberiyê tiştek nekirin. Welat bûye kavil. Ne bi tenê di siyaseta navxweyî de, di siyaseta derve de jî tiştek nekirine.”
Me digot ku ev referandûm tu xêra xwe ji me re tune. Me ji bo ‘na’yê kampanya kir. Ji ber vî tiştî em xayîn îlan kirin. Lê derket holê ku kî mafdar e.”

'EM XWE DIDIN BER ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN LI BAŞÛR'

Kadîr diyar kir, eger hilbijartin bê kirin û ew bibin desthilatdar, dixwazin pirsgirêkên giran ên li Başûrê Kurdistanê çareser bikin û got, "Karê me yê sereke wê çareserkirina pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî, rêveberî û pirsgirêka herêmên ji welatê me hatine qutkirin be. Em zanin ku niha li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên gelekî giran hene. Ji ber vê yekê, beriya çareseriya çar parçeyên Kurdistanê em vê gavê xwe didin ber çareserkirina pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê.

Parçeyên din ên Kurdistanê jî ji bo me girîng in. Em ê bi parçeyên din re têkiliyeke xweş deynin. Em ê ji hikumetên serdest ên li parçeyên din ên Kurdistanê bixwazin ku ji bo çareseriyê serî li şer û şîdetê nedin, li şûna vê bi rêya diyaloga siyasî pirsgirêkê çareser bikin. Li Başûrê Kurdistanê bi dehan salan şer hate kirin. Rêveberiya Bexdayê fêhm kir ku bi rêya şer nikare bi ser bikeve.

Bi dîtina me; hevdîtin û diyaloga siyasî rêya çareseriyê ye, lewma em ê ji dewletên serdest jî vê yekê bixwazin. Em ê ji bo vê bixebitin."

'EM Ê HEWL BIDIN PIRSGIRÊKAN BI RÊYA DIYALOGÊ ÇARESER BIKIN'

Kadîr diyar kir ku wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên kûr û giran ên bi welatên cîran re diyalogê esasê bigirin û got, "Em ê hewl bidin pirgirêkên xwe yên bi Iraq, Îran û Tirkiyeyê re bi rêya diyalogê çareser bikin. Li ser bingeha 'karê wan gefê li me nexwe, karê me gefê li wan nexwe' em ê diyalog û hevdîtinan bikin."

'LI ŞÛNA PARTIYAN WÊ HIKUMET BIBE MÛXATAB'

Kadîr anî ziman, ku mîna partiyên heyî yên li desthilatdariyê, welatek nikare bê birêvebirin û wiha dewam kir: "Bi navê tevgera xwe, têkilî û tifaqeke me bi hêzên derve re nabe. Hikumeta bê avakirin wê têkilî û tifaqên bi vî rengî pêk bînin û ev nêzîkatî wê ji bo me esas be. Li şûna berjewendiyên partiyan, ji bo berjewendiyên welat û gel esas bên girtin, divê têkiliyên bi vî rengî di navbera hikumetan de bên kirin."

'SIYASET Û SIYASETMEDARAN ÎFLAS KIRINE'

Kadîr got, ji ber ku desthilatdarî, partî û siyasetmedarên li Başûrê Kurdistanê îflas kirine ew neçar mane dakevin meydanê.

Ji Tevgera Nifşê Nû karsazê ciwan Şasûwar Abdulvahît Kadîr da xuyakirin, ku eger ew bibin desthilatdar wê bi van polîtîkayan kar bike:

"Partiyên li Başûrê Kurdistanê desthilatdar in, bi salan e xwe diceribînin. Bi wan re em ê tifaqê nekin. Li derveyî van, bi kom, partî û tevgerên xwedî armanc û bernameyê, em amade ne ji bo berjewendiyên welêt bi her awayî tifaqê bikin û têkiliyan deynin.

Em ê bi gel re welêt bi rê ve bibin û bi wan re bibin organê biryardanê.

Em alîgirê desthilatdariyeke civakî ne. Ji bo me ne girîng e bê bi kîjan zimanî diaxive û ji kîjan olê ye. Ya girîng, jiyana me ya bi hev re ye. Ne girîng e ji kîjan ol, ziman û neteweyê ye. Em difikirin ku sîstemeke dikare mafê hemûyan biparêze ava bikin.

Partî û tevgerên li desthilatdariyê ne, bi karê xwe bûn mînakên gelekî nebaş. Ji ber vê yekê gel nema ji wan bawer dike. Halbûkî vî gelî bi wan re Kurdîtî parast. Lê belê di rewşa heyî de nema bi wan bawer e.

Di desthilatdariya xwe ya 26 salan de ti ji sozên xwe bi cih neanîn. Berevajî sozên xwe tevgeriyan. Di nava 26 salên desthilatdariyê de bersiv nedan pêwîstiyeke biçûk a gel. Nekarîn pirsgirêka av û elektrîkê jî çareser bikin. Ji ber vê yekê kes nema bi propagandayên wan bawer dike.

Derfetên desthilatdariyê yên welêt ji bo berjewendiyên malbatî, şexsî û eşîrî bi kar anîn. Li şûna ku welêt bi rê ve bibin, şîrket ava kirin û bazirganî kirin. Ti carî nexwestin xizmetê ji welêt re bikin.

Eger bixwasta pirsgirêkên gel çareser bikin, Kurdistan niha ne di vê rewşê de bû. Rewşa gel û welêt ne bi vî rengî bû. Asta aborî û aramiyê wê bilindtir bûya. Pirsgirêka debarê wê nebûya."