Tevgera Goran: Têkiliyên bi Tirkiyeyê re malbatî û partiyî ne

Seroka Koma Tevgear Goran a li Parlamenta Kurdistanê Birzo Mecîd got, têkiliyên ku rêveberiya herêmê bi rêya PDK'ê bi Tirkiyeyê re datîne, têkiliyên partiyî û malbatî ne.

Mecîd destnîşan kir, ku referandûma serxwebûnê jî bi serokekî ku dema wî ya wezîfeyê qediya ye, nabe.

Serokê Koma Tevgera Goran (Guhertinê) ya li Parlamenta Kurdistanê Birzo Mecîd ji ANF'ê re axivî û xwest, parlamenta ku ji ber polîtîkayên PDK'ê teviziye, ji nû ve aktîf bibe. Birzo Mecîd diyar kir, mijarên têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û krîza aboriyê divê ji aliyê parlamentê ve bên nirxandin û got, "Niha qala referandûmê tê kirin. Ji bo referandûmê jî pêwîstî bi parlamentê heye."

SEROKATIYA HERÊMÊ KIRIN MALÊ KESEKÎ

Mecîd got, "Ji bo sererastkirina karên ne qanûnî yên PDK'ê kiriye, divê hewl bê dayîn" û bi vî rengî Serokê Parlametnê û wezîrên ji Tevgera Goran li wezîfeyên xwe vegerin.

Mecîd anî ziman, tevizandina Parlamentê ne ji ber Tevgera Goran e û wiha dewam kir: "PDK û hin derdor dibêjin, ji bo vebûna parlamentê şertên Tevgera Goran hene. Na, ti şertekî me nîne. Ev îdîa li dijî Goran e. Me tenê got, gelek karên li derveyî hiqûqê hatine kirin û divê paralment vê yekê sererast bike."

Mecîd rexne kir, ku PDK her tiştî şexsî dike û got, "Dibe ku Serokatiya Herêma Kurdistanê li gorî xwe kiribin malê şexsekî û dibe ku dibêjin 'tenê Kak Mesûd dikare bibe Serokê Herêma Kurdistanê'. Dibe ku PDK'ê ji bo guhertina Serokatiya Herêma Kurdistanê ji rojevê derxîne, parlament girtibe. Ji ber vê yekê em dibêjin pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê yek ji pirsgirêkên sereke ye."

Mecîd referandûma serxwebûnê ya ku PDK'ê xistiye rojevê jî nirxand û destnîşan kir, ku ew piştgiriyê didin serxwebûnê, lê belê divê ev yek bi rêya saziyên rewa bê kirin. Ji bo vê jî xwest parlament bê aktîfkirin.

TÊKILIYÊN BI TIRKIYEYÊ RE PARTIYÎ Û MALBATÎ NE

Mecîd têkiliyên navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê jî rexne kir û got, "Ew hemû têkiliyên wan, bi taybetî têkiliyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê têkiliyên partiyî û malbatî ne. Ev têkilî bi rêya şexsan hatine meşandin."

Birzo Mecîd ragihand, têkiliyên bi vî rengî zerarê didin herêmê û wiha dewam kir: "Ji ber ku ev têkilî neteweyî nînin. Dema ku Tirkiyeyê êrîşî pêşmergeyan û şervanan kirin, hin pêşmerge û şervan şehîd bûn. Me di daxuyaniyên xwe de ev şermezar kir. Lê mixabin Serokatiya Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmergeyan ev bûyer şermezar jî nekirin. Li derveyî vê yekê Wezareta Pêşmergeyan rabû şervan sûcdar kir. Ji ber vê yekê, eger têkilî ne di asta neteweyî de be, rewş wê xerabtir bibe."

PDK LI ŞENGALÊ DAXWAZÊN DEWLETÊN BIYANÎ BI CIH TÎNE

Têkildarî êrîşên li ser Şengalê Mecîd got, "Ev mijar yekser bi têkiliyên ne zelal ve girêdayî ye. Haya kesî ji van têkiliyan nîne. PDK daxwazên dewletên biyanî bi cih tîne. Sedema vê yekê jî têkiliyên partiyî ne."