BI DÎMEN

Tevgera Ciwanên Welatparêz kongreya xwe çêdike

Tevgera Ciwanên Welatparêz li Kerkûkê kongreya xwe ya dûyemîn çêdike. Di derbarê kongreyê de Endamê Koordînasyonê Ferîdun axivî û bal kişande ser girîngiya pêşengiya Ciwanan.

Tevgera Ciwanên Welatparêz li bajarê Kerkûkê kongreya xwe ya dûyemîn bi dirûşmeya “ Rexistiniya ciwanan temînata parastina cewherî û azadiya gelan ne.” çêdike. 

‘EMÊ ERKÊ XWE YÊN PÊŞENGTIYÊ PÊK BÎNIN’

Endamê Koordînasyona Rêxistina Ciwanan Hawrê Ferîdun ji ANF’ê re axivî û wiha got; “ îro em ê bi 600 delegeyî vê kongreya xwe çêbikin. Em ê di kongreya xwe de rewşa Kurdistanê û heremê binirxînin.Kongreya me ji bo ku ciwan di pêvajoya pêş me de misyona pêşengtiya berxwedanê bi hîkarî pêk bîne wê perspektîfê bide.’’