Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûk: Rêber Apo xeta me ya sor e

Têkildarî îdîayên li ser tevnên dijîtal hatin belavkirin û şûnde helwesta gelê Kurd gihişte asta herî bilind. Li ser vê yekê Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê daxuyaniyek da û anî ziman ku Ocalan xeta sor e.

Piştî îdîayên li ser tevnên dijîtal ên li ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin parvekirin û şûnde mîna her cihê li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê jî Kurdan nerazîbûna xwe nîşan dan. Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan (Tevgera Azadî) li ber avahiya xwe ya Kerkûkê li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser îdîayên hatin kirin.

Endamê Meclîsa Tevgera Azadî Omer Hacî Husên daxuyanî da, bal kişand ser fikarên têkildarî îdîayên li ser Ocalan hatin kirin û got: “Em Tevgera Azadî bi wê yekê bawer in ku tezên Rêber Apo rêya çareserî ji bo hemû pirsgirêkên Kerkûk û dîsa giştî yên gelê Kurd dibînin, bi taybet çareseriya ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

Husên di serî de helwesta Tirkiye, Emerîka û Yekîtiya Ewropa ya li ber tecrîd û îdîayên heyî ya li ser Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew jî berpirs in.  Husên anî ziman ku Ocalan dikare pirsgirêka li Rojhilata Navîn çareser bike.

Husên anî ziman ku belavkirina îdîayên wiya ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dixwaze helwest û nêzîkatiya gelê Kurd bibîne û got: “Armanca van îdîayan ew e ku bizane bê ka helwesta gelê Kurd û tevgera azadiya li ber vê yekê wê çawa be. Tirkiye dixwaze tolê ji Rêber Apo bigire. Ji bo wê ye ku divê gelê Kurd û azadîxwaz ên li Kurdistan û cîhanê bibin xwedî helwest û dakevin qadan.”

Husên bibîr xist ku tavilê divê parêzer û malbat biçin rû bi rû hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne. Husên got: “Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li azadî, demokrasî û pêkve jiyanê ye. Rêber Apo xeta me ya sor e.”