Tevgera Azadî û RJAK’ê çûn serdana gorên şehîdan

Tevgera Azadî û REJAK bi wesîleya cejna Remezanê li Kerkûkê çûn serdana gorên şehîdan.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) duh li bajarê Kerkûkê serdana gorên şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê kirin.

Tevgera Azadî û RJAK serdana gorên şehîdên YPG’ê (Karwan Partîzan û Şûan Nûreddîn) kirin û her wiha gorên her du welatiyên welatparêz Aram Kakaxan û Îsmaîl Îbrahîm Mamend ziyaret kirin.

Piştre serdana malbatên şehîdan jî kirin. Malbatên şehîdan diyar kirin ku ew serbilind in ku kurên wan di rêya azadiyê de şehîd bûne.

Her wiha hate gotin ku ew ê ji bo fikir û felsefeya azadiyê ku kurên wan li ser wê rêyê şehîd bûne, têkoşîna xwe bidomînin.