Tevgera Azadî li ber êrîşan rabû

Tevgera Azadî ragihand ku hikumeta Başûr li hemberî êrîşên li ser herêmê bêdeng e, lewma êrîş têne kirin û got, li her devera ku êrîş li dijî gelê Kurd tê kirin ji bo parastina mafên xwe yên rewa ew ê têbikoşin.

Tevgera Azadî têkildarî êrîşa li ser Nûnertiya KNK'ê ya Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê û êrîşa bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên li ser Balafirgeha Çandiniyê ya Erbetê ya li Silêmaniyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Tevgera Azadî de ragihand ku ev êrişên li Hewlêr û Silêmaniyê ji aliyê kîjan hêz yan dewletê ve hatibin kirin, armanca wan têkdana statû û mafê gelê Kurde û wiha hate gotin; “Qetilkirina Endamê KNK’ê li bajarê Hewlêrê nîşaneya konseptek ya herêmî ya li dijî gelê Kurd e. Her destketî mafekî netewî ye ku dewletên dagirker ên li Kurdistanê bi mejiyê herî şovenîst û siyaseta faşîst li hember gelê Kurd bi taybetî dewleta Tirk ku bi siyaseta xwe ya înkar û terorîzmê dimeşîne, bi komkujî û qirkirinan bersiva daxwazên gelê Kurd dide. Lewazî û jihevnebûna gelê Kurd rê li ber vê siyasetê vekir.”

Tevgera Azadî da zanîn ku hinek partiyên Kurdistanî dest dane destê dijmin û dagirkeran û li gorî daxwaz û armancên dijminan nêzî gelê Kurd dibin û got; “Bi taybet PDK ya ku bi dehan salan dijberê herî mezin ê Tevgera Azadiya Kurd e û li her çar parçeyên Kurdistanê dijayetiya gel dike. Ev helwesta PDK’ê gelek ji komplo û konseptên dagirkeran bibandortire û yekîtiya Kurdan têk dide.”

Tevgera Azadî got; “Ev êrişên îro ji aliyê kîjan hêz yan dewletê ve hatibin kirin, armanca wan têkdana statû û mafê gelê Kurde. Vaye PDK ji bo hêzên Rojhilatê Kurdistanê teslîm bike ketiye pêşiya artêşa dijminan. Ev alîkariya PDK’ê ya ji dijmin û dagirkerên Kurdistanê re qat bi qat ji zererê dide gelê Kurd û statûya netewî ya gelê Kurd. Herwiha Xemsariya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember destwerdan û derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê, encama bêdengiya rayedarên Herêma Kurdistanê ye. Eger Herêma Kurdistanê rê li van kiryarên sîxuriyê yên li derveyî sînor negire, gelê Kurd dê bi siyaseta qirkirin û komkujiyê re rûbirû bimîne.”

Tevgera Azadî êrişa li dijî avahiya Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir û wiha pêde çû; “Em vê kiryara terorîstî şermezar dikin û bang li hemû hêzên siyasî dikin ku li hember her êrîşek li ser welat û gelê me tên kirin helwestê nîşan bidin.Yekane rêya parastina gelê me yê Başûrê Kurdistanê ewe ku li hember her êrîşeke ku ji aliyê her hêzekê ve li ser welat û gelê me tê kirin, helwesta xwe nîşan bidine.”

Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Azadî wiha got; “Dijminên Kurd tu ferqê naxin navbera her ferdekî Kurd de, rewakirina van dijminên faşîst ji xeynî zererê wê tiştekî din neke. Pirsgirêka Kurd yek pirsgirêke û divê em dest ji van antîpropagandayên ku zererê didin doza Kurd û sûd digihîne dijmin û dagirker ên li Kurdistanê berdin."