Tevgera Azadî ji bo kongreya damezrandinê amade ye

Tevgera Azadî ku li Iraqê fermî bû, wê sibe li Silêmanî kongreya xwe pêk bîne. Berdevkê Komîteya Amadekar a Kongreya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî got, amadekariyên ji bo kongreyê qediyan e.

Tevgera Azadî piştî ku li gorî qanûnên Iraqê fermî bû, wê kongreya xwe ya destpêkê sibe li Silêmanî pêk bîne. Kongre wê li Hola Mona Lîza saet 10.30'î dest pê bike û endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê jî beşdar bibin.

Berdevkê Komîteya Amadekar a Kongreya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî li ser kongreyê ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku partiya wan 17'ê Cotmeha 2014'an ava bû lê belê ji ber ku li Başûrê Kurdistanê qanûneke partiyên siyasî nîne nekarî bibin fermî, li ser vê yekê 4'ê Kanûna 2014'an serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê dan û ev serlêdana wan hate qebûlkirin.

Hisên Kerkûkî got, "Li gorî qanûnê, dema ku partiyek fermî bû divê di nava 3 mehan de kongreya xwe ya damezrandinê pêk bîne. Em jî sibê kongreya xwe li dar dixin. Me vexwendîname ji 700 delegeyan re şand. Di vê pêvajoya hesas de ya li herêma me, em hêvîdar in ku em ê bi bernameyeke nû derkevin pêşberî gelên xwe."

Hisên Kerkûkî diyar kir, ji bo çareserkirina pirsgirêkên giran ên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê ew ê li ser nexşerê û bernameyeke nû nîqaşê bikin û got, "Li ser bername û rêziknameyê wê nîqaş werin kirin. Em dixwazin bernameyeke demokratîk deynin ber herêma xwe û gelên xwe."

Kerkûkî da xuyakirin ku Tevgera Azadî heta niha bi sîstema hevserokatiyê kar kiriye, lê belê ji ber ku di qanûnên Iraqê de sîstema hevserokatiyê nîn, di kongreyê de wê bi rêveberiya partiyê re serokekê/î hilbijêr in. Kerkûkî destnîşan kir ku tevî vê yekê jî wê hemû karê xwe li gorî sîstema hevserokatiyê bimeşînin.