Tevgera Azadî ji bo Iraqê hin pêşniyaz kir

Tevgera Azadî ji bo kêşeyên li Iraqê pêşniyazên çareseriyê kir. Tevgera Azadî xwest ku bila kongreyek were lidarxistin û bal kişand ser berpirsyariyên dadgeh, hêzên ewlehiyê, nûnerên Neteweyên Yekbûyî û yên gel.

Tevgera Azadî ji bo kêşeyên li Iraqê pêşniyazên çareseriyê kir.

PÊŞNIYAZ

5 pêşniyazên ku bi daxuyaniyeke nivîskî hatin ragihandin, wisa ne:

1. Partî û pêkhateyên siyasî, nûnerên olan û beşên cihê yên civakî jî di nav de divê kongreyek were lidarxistin. Li gorî nîqaşên di kongreyê de di warê siyasî, ekonomîk û civakî de divê pêşniyazên çareseriyê werin kirin.

2. Divê dadgeh rola xwe baş bi kar bînin. Partiyên siyasî û kesên ku pereyên gel didizin û li ser van pereyan desthilatdariya xwe ava dikin divê werin cezakirin.

3. Hêzên ewlehiyê divê ji feraseta partiyê dûr bisekinin û divê ji bo berjewendiyên gel bixebitin.

4. Li Iraqê divê nûnerên Neteweyên Yekbûyî rola xwe baş bi kar bînin û divê nekevin bin zextan.

5. Gelê Iraqê divê li dijî nîjadperestî û mezhepparêziyê, ji bo jiyaneke azad û demokratîk divê xwe birêxistin bikin.”