Tevgera Azadî ji ber girtina buroyên xwe serî li Bexdayê da

Tevgera Azadî, gilînameyek li ser girtina buroyên xwe pêşkêşî Ofîsa Partiyên Siyasî ya Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê kir.

Heyeta bi serokatiya endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî û Parlamentera Iraqê ya Partiya Nifşên Nû Yûsra Recep, ji ber girtin û qedexekirina partiyên siyasî gilînameyek amade kirin û pêşkêşî Ofîsa Partiyên Siyasî ya Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê kirin.

Di gilînameya Tevgera Azadî de wiha tê gotin; "Bi biryara hejmara 139'an a hizban di 4'ê Kanûna sala 2017'an de bi fermî hikumeta Iraqê fermiyet da me. Lê hikumeta Herêma Kurdistanê bi biryarekê qedexe kir û baregehên me hatin girtin. Her wiha rê nayê dayîn ti çalakiyan pêk bînin."

Rêveberê Nivîsgeha Karûbarên Hizban Ebdulah Faz Hisên jî eşkere kir ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê destûra fermî heye û nabe li ti cihekî Iraqê û Herêma Kurdistanê rê li pêşiya çalakiyên wê were girtin û got, mafê vekirina baregehan li seranserî Iraqê heye.

Ebdulah Faz Hisên soza ku kar li ser mijarê bikin û mijarê çareser bikin.

Di 25'ê Mijdarê de Hikumeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyê diyar kir ku ew ê partî û rêxistinên ku fermiyeta wan nîn e, bigirin. 

Piştî vê biryarê 5 baregehên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hatin girtin û rê nayê dayîn ti çalakiyan lidar bixe.