Tevgera Azadî: Em ê li Kerkûkê Newrozê pîroz bikin

Komîteya amadekar a merasîma Newrozê ya Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî Komelgeha Kurdistanê (Tevgera Azadî) bernameya pîrozbahiya Newrozê ya li Kerkûkê aşkera kir.

Endamê Komîteya Amadekar a Merasîma Newrozê ya Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî Soran Serdar têkildarê çawaniya bernameya pîrozbahiya cejna Newrozê ya li Kerkûkê ji ANF’ê re axivî û derbarê naveroka bernameyê de ev agahî dan: “Em wek komîteya amadekar a Newrozê destpêkê cejna Newrozê li gelê me yê her çar beşên Kurdistanê pîroz dikin. Weke hemû dizanin ku her sal Newroz li Binarê Qendîlê tê pîrozkirin, em jî wek Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadiyê weke salên berê emê jî merasîma Newrozê li navçeya Şêwesûrî ya girêdayî Teqteq lidar bixin.”

Serdar wiha roj û saeta destpêkirina merasîmê eşkere kir, “Merasîma Newroza Kerkûkê ya li navçeya Şîwesûrî ya girêdayî Teqteq wê bi dirûşmeya ‘Em Newroza îsal bikin Newroza raperîn û dijî gendelî û bê edaletiya civakî’ roja 25’ê Adarê saet 13:00’an were lidarxistin.”

Soran Serdar di dewamê de navê hunermendên ku wê tevlê pîrozbahiyê bibin jî wiha rêz kir: “Loqman Selîm, Niyan Ebdullah, Jînda Seqizî, Berhem Şemamî û Pêşewa Remezan.”

Serdar di dawiyê de peyamek arasteyê welatiyên Kerkûkê kir û got, “Banga me ji hemû kesimên bajarê Kerkûkê û hemû Başûrê Kurdistanê eve ku roja 25’ê Adarê tevlê pîrozbahiya Newrozê bibin û em bi hevre serê sala Kurdî pîroz bikin.”