Tevgera Azadî: Destgîrkirina hevserokê me siyasî û derhiqûqî ye

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên li ser destgîrkirina Hevserokê Tevgera Azadî Mamoste Selam axivî û diyar kir ku girtina hevserok Selam Abdullah siyasî û derhiqûqî ye. Hisên diyar kir ku hevserokê wan azad nebe wê helwestên cudatir nîşan bidin.

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên têkildarî destgîrkirina hevserokê Tevgera Azadî Mamoste Selam Abdullah ya ji aliyê hêzên asayîşa Ranya ve daxuyaniyek da û diyar kir ku destgîrkirina Abdullah mijareke siyasî ye û li dijî hiqûqê ye. Hisên got ku eger di demeke zû de hevserokê wan neyê berdan wê helwesta wan cuda be.

Hevserokê Tevgera Azadî Mamoste Selam Abdullah di 27’ê Çileyê de li Ranyayê ji aliyê hêzên Asayîşa Ranyayê ve hate destgîrkirin û heta niha nehatiye berdan.

Endamên Tevgera Azadî li ber Asayîşa Raperîn ya Ranya kom bûn û daxuyaniyek dan.

Hevseroka Tevgera Azadî Tara HIsên li vir axivî û destnîşan kir ku destgîrkirina hevserok Mamoste Selam Abdullah biryareke siyasî û derqanûnî ye. Hûsên destnîşan kir ku Mamoste Selam Abdullah li gel ajokar û keseke din ji bo kareke civakî çûbû herêmê û di vegerê de li benda kontrolê pêşiya wan hatiye girtin. Li gorî agahiyên dibêjin ku li benda kontrolê nesekiniye û derbas bûye ne rast e. Ew kesê ajokar şahid e.

Hevserok Tara HIsên anî ziman ku destgîrkirina Mamoste Selam Abdullah zextê li karê wan nake û got: “Eger ku demek berî demekê neyê azadkirin wê helwestên me cuda hebin. Her çendî ku me xwestibe bi rêya dîplomasî bê azadkirin jî lê heta niha encamek bi dest nehatiye xistin. Ji bo wê em ê rêyên din bikar bînin.”