Tevgera Azadî: Binçavkirina hevseroka me bi tu awayî nayê qebûlkirin

Tevgera Azadî nerazîbûn nîşanî binçavkirina hevseroka partiya xwe da û got “Gelê me ji zext û pêkutiyên desthilatdariya heyî natirsin.”

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir duh li navçeya Zaxoyê ya Duhokê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate binçavkirin.

Tevgera Azadî daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev binçavkirin şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Binçavkirina Şîlan Şakir û hevalên bi wê re, ne şaştiyeke wisa ye ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kirin. Em vê weke êrîşek bi plankirî ya li dijî tevahî tevgera xwe dibînin. Divê di demên pêş de hêzên ewlehiyê yên PDK’ê li ser vê êrîşa ne rewa, daxuyaniyekê bidin. Ji ber ev ti xizmetê ji rewşa navxweyî ya Başûrê Kurdistanê re nake. Ev êrîş tenê nav mala Kurdan hîn zêdetir alozîtir û parçetir dike.

Ji destpêka xwepêşandanên mamoste, karmend, çîn û pêkhateyên cuda tevgera me piştgiriya wê kiriye. Di çarçoveya serdegirtina mal, gefxwarin û êrîşkirina li ser xwepêşanderan de, herî zêde li herêma di bin destê PDK’ê de li ser endamên Tevgera Azadî bi tundî tê meşandin.

Êdî zext û gefên vê desthilatê gelê me ji xebata wan a azadiyê natirsîne. Her wiha hevalên me yên Tevgera Azadî ne ku tenê ji girtinê, ji gefan jî natirsin. Li hemberî van êrîşan, israra me ya ji bo xebatên me zêdetir dibe.”