Tevgera Azadî: Amadekariyên ji bo Newroza Kerkûkê bi dawî bûne

Komîteya amadekar a pîrozbahiya Newroza ya Meclîsa Kerkûkê ya Tevgera Azadî ragihand ku amadekariyên ji bo Newroza Kerkûkê ya 25’ê mehê li Teqteq wê were lidarxistin temam bûye û banga tevlêbûnê kir.

Endamê komîteya amadekar a pîrozbahiya Newrozê ya Meclîsa Kerkûkê ya Tevgera Komelgeha Kurdistanê (Tevgera Azadî) Soran Serdar bi rêya ajansa me ANF’ê ragihand ku amadekariyên wan a ji bo pîrozbahiya Newroza Kerkûkê ya 25’ê Adarê ku wê were lidarxistin bi dawî bûne.

Serdar têkildarê amadekariyên kirine ev agahî da, “Em komîteya amadekar a Newroza Kerkûkê roja Înê di 25’ê Adarê de, bi pêxistina agirê Newrozê em ê Newrozê û sersala nû pîroz bikin. Weke hemû dizanin ku hemû salan em Meclîsa Herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî em ê wek salên bihorî pîrozbahiya girseyî li navçeya Şîwesor a girêdayî herêma Teqteq li dar bixin.”

Soran Serdar ji bo dema lidarxistina pîrozbahiyê jî got, “Bi dirûşmeya ‘Bila em Newroza îsal bikin Newroza raperîn û dijî gendelî û bêedaletiya civakî’ wê 25’ê Adarê saet 13:00’ê piştî nîvro pîrozbahiya Newroza Kerkûkê li navçeya Şîwesor a girêdayî herêma Teqteq bê lidarxistin.”

Serdar navê hunermendên ku wê tevlê pîrozbahiyê bibin jî wiha rêz kir, “Hunermendên ku wê tevlê pîrozbahiyê bibin, hunermend Loqman Selîm, Niyan Ebdullah, Jînda Seqizî, Berhem Şemamî û Pêşewa Remezan in.”

Di dawiyê de endamên komîteya amadekar a pîrozbahiya Newroza Kerkûkê Soran Serdar bang li welatiyên bi giştî Başûrê Kurdistanê û bi taybetî yên Kerkûkê kir û got, “Bang li hemû kesayetî û rêxistin, alî û giştî çîn û kesimên bajarê Kerkûkê û giştî Başûrê Kurdistanê dikin ku roja Înê 25’ê Adarê tevlê pîrozbahiya Newroza Kerkûkê bibin da ku bikarîn bi hev re sersala Kurdî pîroz bikin.”