Tevgera Azadî 3’emîn konferansa xwe ya Silêmanî pêk anî

Tevgera Azadî bi tevlîbûna 100 endam û mêhvanan bi dirûşma ‘Bi pêngava perwerde û rêxistinkirina civakê re azadî û demokrasi bi dest dixin’ konferana xwe ya herêma Silêmanî pêk anî.

Konferansa 3’emîn a Herêma Silêmanî ya Tevgera Azadî Komelgeya Kurdistanê bi tevlîbûna hevserok, endam û mêhvan ku ji 100 kesî pêk tê, bi dirûşma ‘Bi pêngava perwerde û rêxistinkirina civakê re azadî û demokrasi bi dest dixin’, konferansa xwe ya sêyemîn pêk anî.

Li salona konferansê li gel hildana alên Tevgera Azadî wêneyê Şehîd Diyar Xerîb (Helmet) û Şehîd Şukrî Serhed (Yasîn Bûlût) pankartên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser û bi nivîsa ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’ û ‘Bi têkoşîna azadiya jinan civaka azad diafirînin’ hatin daliqandin.

Despêkê ji bo giyanê şehîdên şoreş û azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Piştre bi rêzê ve peyama komîteya amadekar, daxuyaniya hevserokên Tevgera Azadî, dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin.

‘NE DIKIN, NE RÊ DIDIN HINEK DIN BIKIN’

Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê Ebdulwehab Ehmed peyama komîteyê xwend û diyar kir ku desthilat rê nade ku konferans bê kirin. Ehmed  bal kişand ser astengiyan li pêşiya kar û xebatê wan û got: “Desthilata heyî ne bi xwe kar dikin û ne jî rê didin kes têkoşîn û xebatê dikin. Tenê ew dixwazin tevger û hêzek welê bin ku di bin xizmeta wan de bin.”

‘TEVGERA AZADÎ BÛYE HÊVÎ’

Ehmed anî ziman ku Tevgera Azadî bi xebata xwe bûye hêvî ji bo gelê herêmê û wiha pêde çû: “Tevgera azadî tim pişt daye gelê xwe û teslîmkarî qebûl nekiriye. Li ber her karê netewî û demokratîk berpirsyar nêzîk bûye. Wê ev konferans rê nîşanî karê pêşerojê ji bo gelê kurd bê kirin, bide. Em dev ji têkoşînê bernadin. Hêviya serketinê ji her demê nêzîktire, ji bo wê xebat û têkoşîn divê xurtir bê kirin. Tevgera Azadî her diçe xurtir dibe û em jî beşek ji vê ne, ji bo wê dibêjin ‘an serketin an serketin’.”

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên li ser navê Tevgera Azadî peyamek da. Husên diyar kir ku di demekê de ye ku ev konferans tê kirin,  xwedî taybetmendî û reweşek hestyar heye. Husên anî ziman ku şereke hegemonî li cîhan tê kirin, dixwazin li ser xwîna gelan berjewendiyên xwe zêde bikin. Şerê desthilatê tê kirin.

‘HÊZÊN SERMAYEDAR NE XWEDÎ ÇARESERIYEKÊ NE’

Husên destnîşan kir ku hêzên sermayedar ti hewla wan a çareseriya pirsgirkên civakê nîne û got: “Ti demê hewldan ji bo çareserî û aştiyê nîne. Sermayedar bixwazin dikarin pirsgirêkan çareser bikin û şer dawî  bibin. Hemû nakokî û aloziyên hene li herêmê û cîhanê di çarçoveya sîstema sermayedar de tê kirin. Kurdistan jî parçeyek ji vê ye, ji bo wê çi guherîn bê kirin, bandorê li Kurdistanê dike. Ji bo wê divê têkoşîn xurt bê kirin.”

‘KURDEK NÛ HEYE, TÊKOŞÎNEK XURT DIVÊ’

Tara Husên bal kişand ser rewşa Iraqê û wiha pêde çû: “Iraq niha em dibînin di çi rewşê de ye, heman destwardana li Ukranya niha li Iraq û Sûriyeyê jî heye. Her çendî gelê Kurd di vê serdemê de weke Kurdek nû û bi rêbertiya Rêber Apo derket pêş jî, têkoşînek xurt tê kirin û êrîşên dijwar jî li ser tê kirin. Êrîş û hewldan berdewam e. Li ber vê jî kurdek azad û têkoşer heye.

‘ÇAV LI TEVGERA AZADÎ YE’

Tirkiye û Îranê bi destwerdana Iraqê dixwaze parçeyî li herêmê di nava gelan de ava bike û dîsa bixin bin berjewendiyên xwe. PDK û hêzên heyî nekarîne li ber vê têkoşîn an jî hewldaneke  xurt raber bike. Ji bo wê çav li Tevgera Azadiya Kurd heye. Tirkiye tim dixwaze tevlîhevî çêbike û nakokiyên nava hêzên Iraq û Kurd de çêbike.”

‘ÇARESERÎ KONFEDERALÎZM E’

Husên bal kişand ser çareseriya pirsên civakî û wiha domand: “Çareserî hebe, bi pêşxistina sîstema demokratî a hêza li vir amade û tevgera Azadî ye. Nebûna yekîtiyeke ya nava Kurdan kiriye ku hêzên dagirker bikevin nava xaka Kurdistanê û êrîşên dagirkeriyê bike. Dema çareserî û demokratîk bûn pêş nekeve, li wir kirîz û nakokî derdikeve. Em dibin li nava civakê rewşa jinan pir xirab bûye, di nava 2 hefteyan de 14 jin hatin qetilkirin.

Ji bo çareserkirina van divê xebat û kedeke mezintir bê kirin. Erkê me giran e, lê divê bikevin nava têkoşînê civakê hişyar bikin û bibin xwedî proje û vê jî bi hikûmet û Iraqê bidin qebûlkirin. Çareserî jî sîstema konfederalîzma demokratîke. Ev tekane rê ye. Ev sîstem rûne, wê çareserî ji bo pirsa jin, civakê jî peyda bike.

‘DEM DEMA AZADIYA RÊBER APO YE’

Divê di vê qonaxa pêşiya me bi pêngava ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’ û dîsa bi Newrozê re pêşengî û xebatek xurt bikin. Niha divê pêşengtiya vê bikin.”

Di dewama konferansê li ser rewşa siyasî ya herêmê û Iraqê û dîsa rapora kar û xebat hate xwendin û nirxandin li ser hatin kirin.

Ji dîwanê Hacî Azad rapora siyasî ya Tevgera Azadî xwend. Azad bal kişand ser rewşa xirab û siyaseta desthilatê ya li ser civakê û aloziyên pey xwe tê. Azad diyar kir ku desthilat pir asteniyan ji bo Tevgera Azadî derdixe û pêşiya wê digire. Azad got: “Tevgera Azad ji bo civakê bûye hêvî, lê ji ber astengî û rêgiriyên desthilat û taybet PDK’ê li gorî pêwîst ji bo civakê nebûye bersiv. Tevî her tiştî jî wê xebatên ji bo azadî û demokratîkbûna civakê bidome.”

Her wiha di nirxandinan de bal kişand ser têkoşîn û azadiya Tevgera Azadî Gelê Kurd a ji bo gelê Kurd. Dîsa qala hevkarî û tevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk û dîsa astengiyên li pêşiya xebatên ji bo azadiya gelê Kurd tê girtin hate kirin. Li gel vê ji bo çareserî û derbasbûna krîzên civakî, siyasî, jin û rewşên aborî jî pêşniyar û rêçareserî hatin kirin. Civak, jin û ciwan bên hişyarkirin û rêxistin bikin. Çareserî jî weke sîstema konfederalîzma demokratîk hate nîşandan.  

Hinek pêşniyarên derketin li konferansê derketin pêş wiha ne:

-Girîngî dan bi perwerdehiyê.

-Xwendina parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

-Her encamê meclîsê divê perwerdeya komîteyan pêk bîne.

-Komîteya perwerde mijarên perwerdê amade bike û bernameyeke perwerdehiyê amade bike.

-Girîngî dayîna bi perwerdeya teknîkî bi awayeke zanistî.

-Li hemû taxan rêxistin bê pêşxistin.

-Ji bo her endamekê forma endamtiyê bê çêkirin.

-Girîngî dayîna bi sîstema koparatîf.

Piştî nirxandinan ji bo Meclîsa Tevgera Azadî ya Silêmanî û hevserokên wê deng hatin dayîn. Kemal Umer û Şahên Mihemed bûn hevserokên nû Tevgera Azadiyê yên herêma Silêmaniyeyê.

Hevserokan spasiya delegeyan kir û diyar kirin ku ku wê heta dawî bi erk û berpirsyariya xwe rabin û bi cih bînin.

Her wiha Meclîsa ku ji 18 kesan pêk tê hate hilbijartin.