Tevahiya sînor hate qedexekirin

Walitiya Hatayê tevahiya sînor "Herêma Ewlekariya Taybet" îlan kir û ketina van herêman qedexe kir.

Walîtiya Hatayê rewşa "Herêma Ewlekariya Taybet" a ku li hin herêmên di navbera navçeyên Reyhanli û Hassa hatibû îlankirin, dirêj kir û hin herêmên din jî li herêmên qedexe zêde kir.

Li cihên ku ji 7'e Sibatê heta 21'ê Sibatê weke "Hêrêma Ewlekariya Taybet" hatin îlankirin, destûr nayê dayîn ku endamên çapemeniyê dîmenan bigrin an jî hevpeyvînan çebikin û weşanê bikin. Ji bilî mirovên li wan herêman dijîn, ketina wir a her wesaît û mirovê/î hatiye qedexekirin.