TEV-DEM: Cejna Çarşema Sor a Êzîdiyan pîroz be

TEV-DEM’ê cejna Çarşema Sor a Êzîdiyan pîroz kir û got: “Çarşema Sor di nav xwe de wateya jiyana hevbeş û çanda xwîşk û biratiya gelan esas digire.”

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya Cejna "Çarşema Sor" peyameke pîrozbahiyê şand û berxwedana gelê Êizdî û welatiyên Efrînê yên li dijî dagirkeriyê silav kir.

 Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê fermana sala 2014‘an a li dijî Êzidiyan li Şengalê bi bîr xist û destnîşan kir ku êrîşên komên terorîst ên li ser Şengalê ku destê dewleta Tirk têde heye, yek ji hewldanên qirkirinê bû û wiha hate gotin: "Êrîş li ser welatiyên Êzîdxanê hate kirin, di encamê de zarok, jin, kalemîr, pîrejin hatin qetilkirin.”

TEV-DEM’ê di peyama pîrozbahiyê de ev tişt gotin:

“Di êrîşên li ser Efrînê de hemû pêkhate ku civaka Êzidî jî di nav de hatin hedefkirin. Di şerê li dijî gel de balafir û teknîka herî pêşketî hate bikaraîn.

Weke Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cejna "Çarşema Sor" li gelê Êzidî pîroz dikin. Çarşema Sor di nav xwe de wateya jiyana hevbeş û çanda xwîşk û biratiya gelan esas digire. Bi vê wesîleyê em berxwedana gelê xwe yê Êzidî li Şengalê û rêxistinbûyîna wan silav dikin. Em tekez dikin ku gelê me yê Êzidî li Efrînê li hember teknîka kuştinê ya faşîzma Tirk dan nîşandan. Em ji gelê Êzidî re tekez dikin ku vegera wan a li warên xwe nêz bûye. Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe dawiya êşa gelê me yê Êzidî û hemû gelên mezlûm. Her wiha bibe sala azadî û demokrasiyê. Cejna gelê me yê Êzidî û hemû gelan pîroz be."