'Temenê dîktatoriyê qediya ye; wê bi têkoşîna jinê têk biçe'

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku temenê dîktatoriya AKP-MHP'ê qediya ye û wê bi muxalefeteke xurt a bi pêşengiya jinan bi temamî têk biçe.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan ji ANF'ê re re axivî. Besê Erzîncan di destpêka axaftina xwe de salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dikin, li berxwedêrên zindanan, malbatên şehîdan, gelê Kurd û dostên gelê Kurd pîroz kir.

Besê Erzîncan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di damezrandina PKK'ê de girîngiyeke mezin da temsîla xeta azadiya jinê û got, "Têkoşîna azadiya jinê li ser vê bingehê di nava PKK'ê de timî mezin bû. PKK kir partiyeke jinan. Ji bo pêşketina rêxistinî û xeta azadiyê ya jinê bi PKK'ê timî pêngav da kirin. Gihand heta vê demê. Rêberê me bi avakirina PKK'ê re tevkariya herî mezin a stratejîk li azadiya jinê kir. Jin bi tevlîbûna li nava refên PKK'ê gihîştin cewhera xwe, potansiyel û hêza xwe nas kirin. Di şexsê jinên Kurd de têkoşîna me ya azadiyê ku bi Sakîne Cansiz dest pê kir bi hezaran şehîd da, tevî bi milyonan xebatkar, sempatîzanên xwe bûye Rojhilata Navîn û gerdûnî bûye. Asta jinên Kurd niha gihîştiye asta ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin. Lewma avabûna PKK'ê ji bo jinan bûye roja jinûve avabûn û hebûnê."

Besê Erzîncan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Yek ji sedemên bingehîn ên dîlgirtina Rêber Apo bi komploya navneteweyî û bicihkirina li Îmraliyê, karên wî yên ji bo rizgarkirina jinê ji koletiyê ye. Rêberê me ji bo hewldanên xwe yên ji bo azadkirina jinê, afirandina mirovên azad, bi rengekî nedîtî hatiye tecrîdkirin. Lewma em sekna berxwedan û azadiyê ya ku Rêberê me li girava Îmraliyê nîşan dide careke din silav dikin."

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku xeta azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû sedema tirs, nerazîbûn û hêrsa mezin a sîstema bi serweriya mêr û got, "Serweriya mêr, nerazîbûn û hêrsa xwe ya ji ber jidestdana koleya xwe ya jinê, Rêberê m e dîlgirtî û di nava tecrîdê de dihêle. Rêberê me rê û rêbazên azadiya jinê nîşan da. Hewldan û serketinên Rêberê me yên ji bo azadkirina jinan ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin. Afirandina jinên Kurd ên bi fedaîtî li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û li ber xwe dan, berhema Serok Apo ye. Ev yek ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Rêberê me rastiya jinê ya azadbûyî afirand, şoreşa herî radîkal a sedsala 21'ê, pêşengiya şoreşa jinê kir. Bi îdeolojiya xwe, bi modela rêxistinî û pergala jiyanê deriyên afirandina jiyaneke cuda vekir. Bi rastiya jinên Kurd hezaran carî ispat bû ku tez û perspektîfên azadiyê yên Serokê Apo çiqasî rast e.

'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ BI PÊŞENGIYA JINAN TÊ MEŞANDIN'

Bersiva herî mezin a li lêgerînên azadiyê yên jinan û mirovahiya di tarîtiyê de mayî, di parêznameyên Rêberê me de heye ku li Îmraliyê nivîsandiye. Ji ber vê yekê rêberê hemû jin, gel û baweriyan e yên dixwazin azad bibin. Em jinên Kurd xwe bi şens dibînin ku xwedî rêberekî bi vî rengî ye. Em minetdarê Rêberê xwe ne. Ji bo me şenseke mezin e ku bi Rêber Apo re di heman demê de dijî, pê re têdikoşe û hevrêtiyê dike."

Besê Erzîncan anî ziman ku jinên Kurd ji bo rakirina tecrîda 22 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadkirina wî di têkoşînê de roleke sereke lîstin û got, "Weke Tevgera Jinên Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bibe û fikrên wî li tevahiya cîhanê belav bibe em pêşengiyê dikin. Azadiya Rêberê me rojeva me ya bingehîn e. Di azadiya Rêberê xwe de em jin azadiya xwe dibînin. Sedema birîna cezayê qedexekirina hevdîtinan a ji bo 6 mehan, helwest û sekna azadiyê ya Rêberê me ye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê her ku tengav dibe polîtîkaya tecrîd û zextê bêhtir li Rêberê me ferz dike. Li hemberî vê yekê jî Rêberê me di nava berxwedaneke mezin de ye. Bi têkoşîna azadiyê ya gelê me, gerîla û jinan re jî desthilatdariya Tirk a faşîst wê nikaribe encamê bi dest bixe."

Besê Erzîncan diyar kir ku Ewropa li pêşberî tecrîda li dijî mirovahiyê ya dewleta Tirk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan timî bêdeng ma û got, "CPT ti carî rola xwe bi cih neanî. Parlamenta Ewropayê di vê mijarê de gelekî bêkêr e. Lewma helwesta Ewropayê diyar e. Çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd naxwaze. Rastiya Tirkiyeyê ya lawaz timî bi kêrî Ewropayê tê."

'RÊBERÊ ME BÛYE 'RÊBEREKÎ GERDÛNÎ'

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan ragihand ku bi milyonan mirovên ji gelên Ewropayê tevlî kampanyayên azadiyê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibin û got, "Bîrdoziya azadiyê ya Rêberê me mîna lehiyekê li cîhanê belav dibe, tê pejirandin. Ji vî alî ve tecrîda li ser Rêberê me tê bêwatekirin. Rêberê me bûye rêberekî gerdûnî. Lewma ya esasî berxwedana me ye, rêxistinî û têkoşîna me ye. Di vê çarçoveyê de pêngavên me yên 'dem dema azadiyê ye' û 'li dijî qirkirina jinê dema parastina jinê û parastina civakê ye' wê hîn bi xurtî bê meşandin. Her wiha em ê li gel dostên xwe yên enternasyonalîst û hevalên xwe têkoşîna xwe mezintir bikin."

"BICIHKIRINA PKK'Ê LI LÎSTEYA 'RÊXISTINÊN TERORÊ' ŞERMA HERÎ MEZIN A MIROVAHIYÊ YE'

Besê Erzîncan hewldanên ji bo derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' jî nirxand û got, "Hebûna navê PKK'ê li lîsteya 'rêxistinên terorê' şerma herî mezin a mirovahiyê ye. PKK tevgereke azadiyê ye. Têkoşîn, çalakî û îdeolojiya xwe diyar e. Di têkbirina DAÎŞ'ê de rola PKK'ê gelekî mezin bû. PKK ji her rêxistinê, ji her dewletê bêhtir temsîla xeta azadiya jinê dike.

Bi pîlan û peymanên qirêj ên Emerîka û Ewropayê bi taybetî jî Îngilistan û Fransayê, Kurdistan bi çar parçeyan hatiye parçekirin. Di vê serdemê de jî Kurd hîn di statuya mêtingeriyê ya navneteweyî de ye. Berpirsyarê bêstatuhiştina gelê Kurd li Rojhilata Navîn ev hêz in. Hîn jî mafên çandî û zimanê dayikê yê Kurdan li Tirkiyeyê nayên naskirin. Mafên rêveberiya xweser, xwerêveberiyê yên Kurdan ji nedîtî ve tên. Halbûkî di serî de DYE, welatên Ewropayê dewlemendiyên xwe yên heyî bi talankirina gel û jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn, Asyayî û Afrîkayî bi dest xistin. Naxwazin dest ji van berdin. NATO jî ji aliyê cewherî ve rêxistineke welê ye ku derewên van dewletan dinixumîne, dizan diparêze û ewle dike. Çavkaniya hiştina PKK'ê li nava lîsteya 'rêxistinên terorê' û piştgiriya NATO'yê ya ji bo dewleta Tirk bi vî rengî ye. Bi Kurdayetiya noker û xiyanetkar re bi her awayî têkiliyê datînin, lê li ser Kurdîtiya azad a ku xwe dispêre hêza xwe bi her cûreyî polîtîkaya tundiyê rewa dibîne. Lê belê li cîhanê gelek rewşenbîr, fîlozof, nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar li ber hiştina PKK'ê li lîsteya 'rêxistinên terorê' helwestê nîşan didin. Bala xwe bidin ser; di nava gelên cîhanê û jinan de îtibara PKK'ê gelekî mezin e. PKK biv î rengî di nava gelan de tevgereke rewa ye, taybetî piştî têkoşîna DAÎŞ'ê ev îtibar bi dest xistiye. Ji aliyê gelan ve tê qebûlkirin û piştgirî jê re tê dayin. Lewma ev biryara neheq, bêexlaq û bêwijdan a ji aliyê dewletan ve hatiye wergirtin bê rakirin. Ji bo vê jî di serî de jin divê têkoşîneke xurt û bi bandor li her qadê bê meşandin. Lewma yek ji rojeva me ya sereke derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ye."

'DIVÊ TÊKOŞÎN Û YEKÎTIYA JINAN LI HER QADÊ BI PÊŞ BIKEVE'

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî tundiya li jinê û asta têkoşîna jinê jî nirxand.

Besê Erzîncan got, "Nakokiyên ekolojîk, neteweyî, çînî û zayendî yên ku xwe dispêrin newekhevî, bêedaletî û desthilatdariyê vê demê kûrtir bûn, veguherîn krîzê. Tengaviyên kûr mirovan dixe nava lêgerînan. Yên ku herî zêde ketine bin bandora van tengavî û krîzan jin in. Lewma têkoşîna azadiya jinê herî zêde vê demê bi pêş ve diçe, bi rêxistin dibe û çalakiyên xwe zêde dibe. Têkoşîna me ya azadiya jinê jî îro gihîştiye asteke gelekî girîng. Şoreşa me ya jinê ku di şexsê Rojava de şênber bû li Kurdistanê, Rojhilata Navîn belav dibe, dibe malê cîhanê. Şoreşa me ya jinê weke şoreşa herî radîkal û mezin a mirovahiyê mîna rojekê tînê dide, ronî dike. Pênasekirina şoreşa jinê di heman demê de tê wateya qutbûna ji sîstema mêr a serwer a pênc hezar salî."

Besê Erzîncan destnîşan kir ku pêwîstî pê heye li her cihî têkoşîn û yekîtiya jinan bê xurtkirin û got, "Ji bo bidawîkirina tundiya li jinê jî beriya her tiştî divê jin bibe xwedî feraseta xweparastinê û vê ferasetê li nava civakê birêxistin bike. Li dijî êrişên li ser têkoşîna azadiya jinê gelekî girîng e ku di pîvanên îdeolojiya rizgariya jinê de kûr bibin, jin xwe perwerde bikin, bêhtir xwedî li felsefeya azadiya jinê derkevin û xwe birêxistin bikin.

Têkoşîna me ya rizgariya jinê wê bi rêxistiniyên xweser, bi mezinkirina îrade, gotin û çalakiyan pêk were. Êdî ne tenê ji bo bidestxistina hin mafên jinan, divê em ji bo armancên mezintir têbikoşin. Lewma dema ji aliyê me ve bê nirxandin pêwîstî pê heye ku jiyan ji nû ve bê nirxandin, sererastkirin."

'TEMENÊ DÎKTATORIYA FAŞÎST QEDIYA YE, PÊWÎSTÎ BI MUXALEFETA BI PÊŞENGIYA JINÊ HEYE'

Besê Erzîncan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst a riziyayî bi êrişa li ser Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê temenê xwe dirêj bike û got, "Lê belê nepêkane ku ev zîhniyeta civakê dike kole li ser piyan bimîne. Civaka Tirkiyeyê ji ber pirsgirêkên aboriyê di nava krîzeke giran de ye û di nava hilweşînê de ye. Civak gihîştiye wê astê ku êdî nema dikare polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê rake. Lewma temenê vê dîktatoriya ku bi xeyalên dewleta Osmanî ya nû li herêmê tevdigere qediya ye. Ya girîng sekna muxalefetê ye. Ya diyarker jî ev e. Eger li Tirkiyeyê muxalefet li pêşberî civakê ji dil be, li ser bingeha têkoşîneke hevpar li ber desthilatdariya faşîst rabe wê teqez bi ser bikeve. Jin jî wê bibe pêşenga çalak a vê muxalefetê."

Besê Erzîncan bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewletan ên li dijî jinên Kurd û got, "Di şexsê jinên Kurd de tê xwestin klu hêviyên azadiyê yên jin û gelên Rojhilata Navîn bê qedandin. Rêya pûçkirina vê jî zanebûn û rêxistinî ye. Her ku gelê me, jin xwe zane nekin, birêxistin nekin û li ber bûyerên diqewimin ranebe wê dijmin hîn bêhtir xwe bi rêxistin bike.

Di vê çarçoveyê de erka me jinên Kurd de ku di pêvajoya bê de li Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Îranê û ıraqê pêşengiyê ji têkoşîna demokrasî û azadiyê re bikin. Em neçar in ku li gel bawerî û gelên Rojhilata Navîn faşîzmê bi hev re hilweşînin û jiyana azad û nû ava bikin. Li Bakur, Rojhilat, Rojava, Başûr, Şengalê em pêşengiyê ji çareseriya pirsgirêkên demokratîkbûyîn û neteweyî yên gelê xwe re dikin.

Lewma em jinên Kurd xwedî dîrokeke girîng a azadiyê û tecrûbeyên girîng in. Ev dem dema herî têgihiştî y a jinan û gelê me ye. Ev yek avantajeke gelekî girîng e. Desthilatdariya faşîst a dewleta Tirk bi zorê li ser piyan dimîne. Di vir de ya girîng ew e ku em jin, gelên azadîxwaz, bawermend, kedkar, ciwan bi rola xwe tevbigerin, têkoşînê bi biryardarî û bi hevkarî dewam bikin.

Êdî kes nikare pêşî li lêgerîn, daxwaza azadiyê ya jinên bigire. Dema ku em di nav de ne rojên afirandina başî, nûbûn, bedewiyê ye. Li ser vê bingehê bang li her kesî dikim ku têkoşîna me ya azadiyê mezin bikin û heta jê tê tevlî pêngavên me yên azadiyê bibin. Eger rê û rêbazên rast bên bikaranîn û têkoşîn bi vî rengî bê meşandin wê serketin teqez a jinan û gelan be."