Temellî: Yekan e rêya rizgariyê dawîkirina tecrîda li ser Ocalan e

Wekîlê HDP’î Temelî di çarçoveya pêngava ‘HDP’î ne li her derê ne’ li gel heyetekê serdana Colemêrgê kir. Temellî li vir axivî û anî ziman ku yekan e rêya rizgarbûnê dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan e.

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê û wekîlê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî li gel heyeta pêre serdana Colemêrgê kir û bi gel re civiya.

Heyet li devera dikeve Çîftlik a navbera rêya Colemêrg û Geverê, bi gerandina govendê hatin pêşwazîkirin.

Heyeta ku li navenda bajar ji aliyê bi sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin, li vir serdana dikandaran kirin. Di serdan êde tim dirûşma ‘HDP gel e, gel li vir e’ hatin qîrkirin. Li ser qîrkirina dirûşman polîsan pêşiya gireyê girtin û gef kirin.

Di dema aloziyê de dehfdana polîsan a Parlementerê Colemêrgê Saît Dede rê li ber nerazîbûnan vekir.

Temellî yê piştre li ber avahiya HDP’ê xitabî gel kir, got: “Me fikir û ramanak xwe heye. Bi vê fikir û ramanê komareke demokratîk û çareseriyeke demokratîk pêkan e. Birêz Ocalan silav dikim ku ev raman avakiriye.”

Temellî wiha domand: “Taybet 6 salên dawî li Îmralî sîstemeke ya êşkenceyê heye. Bi neqebûlkirina vê ramanê, tecrîdkirina vê ramanê, hewldanên girtina HDP’ê, mirov nikare ji welatê ku we avakirî re bêje welet, eger tiştek hebe jî bêjin, ew cehenem e.”

Temellî bal kişand ser serdan Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a Amedê û weke navnîşana çareseriyê jî Îmralî diyar kir.

Temellî got: “Erdogan got; ‘Pêvajojya Aştiyê HDP’ê dawî kir’. HDP di wê pêvajoyê de yek ji muxatab û rêvekarê wê bû. Desthilatê planeke çokdanînê pêş xist, welatek da ber hilweşînê. Yekan e rêya ji vê hilweşînê rizgarbûn, dawîkirina tecrîdê ye. Yekan e muxatabê çareseriyê Birêz Ocalan e. Yekan e rêya derketin ji vê cehenemê, ji vî şer û kaosê dawîkirina tecrîd û rakirina wê ye. Bi qetilkirina Denîzan û kirina cînayetan çareserî nabe.”

Piştî axaftina Temellî û şûnde heyeta li gel serdana KESK, Şaxa ÎHD a Colemêrg, Baroya Colemêrg û Nûnertiya OHD’ê ya Colemêrgê kirin.