Temellî: Rewşa Leyla Guven krîtîk e

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir. Temellî işaret bi greva birçîbûnê ya Leyla Guven kir û got, rewşa tenduristiyê ya Guven krîtîk e.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî ku serdana bajarên herêma Serhedê dike, li navçeya Erdîş a Wanê tevlî civîna gel bû.

Temellî diyar kir, wê bi feraseta demokrasiya radîkal, neteweya demokratîk û komara demokratîk biafirînin û got, "Em ji xwe ji vê nêrînê xwedî dikin. Me xwediyê vê nêrînê ji bîr nekirine. Ji ber vê yekê em Birêz Ocalan silav dikin. Desthilatdariya heyî, bi tinekirina gelan, bi dijminatiya li mirovan hewl dide li ser piyan bimîne. Vî welatê bedew ber bi felaketê ve dibe."

Temellî anî ziman ku desthilatdariya heyî bi rêya karên ne li rê, şer û kînê xwe li ser piyan digire, nikare xwe li fikrê aştiyê rabigire.

Sezaî Temellî bi bîr xist, Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 42 roj in di greva birçîbûnê de ye û bang li wan û Tirkiyeyê dike. Temellî got, "Erk û berpirsyariya me ye ku li her devera Tirkiyeyê em guh bidin dengê Birêz Guven. Em ji vê derê bang li raya giştî ya demokratîk dikin; werin destekê bidin têkoşîna Birêz Leyla Guven. Bêyî ku derneg bibe, vî dengî bilind bikin. Em pê bawer in ku Tirkiye wê xwe li vî dengî ker neke. Wê dawî li zilm û şîdeta desthilatdariya Tİrkiyeyê bîne. Em ji Erdîşê careke din bang dikin: 42 roj gelek e, doktor dibêjin; dema krîtîk dest pê kiriye. Parêzer bang dikin."

Temellî bal kişand ser gefên Erdogan jî û got, "Erdogan radibe dibêje 'çareserî mareserî nîne. Bila kes ne li benda tiştekî wiha be'. Ji xwe em ji te tiştekî hêvî nakin, nebe asteng ew besî me ye. Desthilatdariya heyî kengî biçe, wê hingî pêşî li demokrasî û çareseriyê vebe."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî gefên Erdogan ên li ser Rojava jî nirxand û got, "Berî 24'ê Hezîranê qala Qendîl û Efrînê dikir. Bi rêya çeteya bi navê OSO Efrîn xist nava êş û zilmê. Niha jî radibe qala rojhilatê Firatê dike. Bi salane em dibêjin; ew mirov xizmên me ne, xwişk û birayên me ne... Sînor ji bo me ne derd e, derdê me ew e ku di nava van sînoran de em çawa dijîn. Em li vir çi dixwazin, li Sûriye û Iraqê jî heman tiştî dixwazin. Ji bo vê yekê em têdikoşin. Zîhniyeta şerxwaz her roj zilmê li gelan dike û zextê li aştîxwazan dike. Ji bo pêşî li vê bigirin, em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin."