Temellî: Fîşek bû para Kurdan, siyanur jî bû para Tirkan

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di kongreya asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Rihayê de, bal kişand ser politikayên şer ên desthilatdariyê û wiha got: "Di encama polîtîkayên şer ên desthilatdariyê de fîşek bû para Kurdan, siyanur jî bû para Tirkan."

Rêxistina HDP'ê ya Rihayê, bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî bi hişyariya "Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û Faşizmê têk bibin" 3'emin Kongreya Asayî pêk anî. HDP'ê li Salona Konferansê ya Şehîtlîk Çamlikê kongre pêk anî. Endamên meclîsa HDP'ê, Rêveberiya Paritya Saadetê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî kongreyê bûn. Polîsan beşdarên kongreyê di lêgerîna GBT'ê re derbas kirin û derbasî hundir kirin. Kongreyê, bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di kongreyê de bal kişand ser politikayên şer ên desthilatdarê û wiha got: "Di encama polîtîkayên şer ên desthilatdariyê de fîşek bû para Kurdan, siyanur jî bû para Tirkan. Desthilatdarî gelan dike dijminê hev û wan li hev sor dike. Ev tovê dijminantiyê ku desthilatdarî di nava gelan de diçîne wê qet mezin nebe. Naxwazin ku gelên qedîm bi hevre bişîn. Ev desthilatdarî mafê jiyanê ji bo Kurdan nas nake.

'5 SALIN TECRÎDA GIRAN LI ÎMRALIYE HEYE'

Em ê tekoşîna li dijî polîtikayên desthilatdariyê yên dijberkirinê berdewam bikin. Em ê li axa xwe, çand û dîroka xwe xwedî derkevin. Em ê bi hevre bersîvê bidin polîtikayê bê rûmetiyê. Em tu carî ji desthilatdara faşîst natirsin. 5 salin tecrîdek giran li Îmaliye tê meşandin. Divê ev tecrîd bê şikandin. Divê gavên hiqûq û edaletê bên avêtin. Tecrîda li ser Tirkiyeyê, ewil bi rakirina tecrîda li Îmraliyê dest pê dike. Ji bo vê yekê jî divê ewil pirsgirêka Kurd çareser bibe."

'DAIŞ'Ê DIDIN PÊŞ XWE Û ÊRIŞÎ AXA HERÎ PÎROZ DIKIN'

Temellî, da zanîn ku desthilatdarî ji bo dijminantiya Kurdan hemû komên çete yên çekdar li hev kom dike û êrişî Kurdan dike û wiha got: “Ewil ketin Efrînê. Hûn kê ji axa kê derdixin. DAIŞ'ê didin pêşiya xwe û êriş dikin. We ew herêma wekî bihuştê kir dojeh. We li Sûriye çareserî xetimand. Nêzî 400 hezar mirov ji ber şer neçar ma ku ji ser axa xwe koç bike. Çima êriş dikin. Ji ber ku dijminê Kurdan in. Demokratîkbûna Sûriyeyê, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Werin em bi hevre li dijî faşizmê têbikoşin. Yên ji Tezereyê re gotin 'Erê' bê guman nikarin demokrasiyê pêş bixin. Em îro dibînin ku ji ber şer, fîşek bûye para Kurdan siyanur jî bûye para Tirkan. Em ê li dijî vê yekê têbikoşin. Em tank û topan naxwazin. Gel şer naxwaze. Ev butçe êdî bûye butçeya şer û Qesrê. "

Piştî axaftinê hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Mîkaîl Gozek û Emine Çetiner ji bo hevserokên HDP'ê ya Rihayê hatin hilbijartin.