‘Têkoşîna ji bo azadiya Ocalan meseleyeke netewî ye’

Nûnerên partiyên siyasî konê li Kerkûkê yê ku bi mebesta balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan hatibû danîn ziyaret kirin û gotin, têkoşîna ji bo azadiya Ocalan meseleyeke netewî ye.

Nûnerên Goran, Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê, Navenda Zerdeştiyên Kerkûkê, Pêşmergeyên Dêrîn konê  li Kerkûkê yê ku ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh hatibû danîn, ziyaret kirin û gotin, têkoşîna ji bo azadiya Ocalan meseleyeke netewî ye.

Berpirrsê Silêmanî û Kerkûkê yê Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê Haşîm Elî got tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêyî ku ferqa siyasî di nav de hebe tecrîda li ser hemû Kurdan e û wiha domand: ‘’Dewleta Tirk vê polîtîkaya tecrîdê li ser hemû Kurdan datîne. Li vir a ji vê malkambaxtir tiştek hebe ew jî rewşa wan şexs û partiyên siyasî yê Kurd e ku çavê xwe kor kirine, guhê xwe kerr kirine li hemberî van polîtîkayan. Em gelê Kerkûkê û partiyên siyasî neheqiya li gelê Bakurê Kurdistanê tê kirin qebûl nakin’’ Elî bi bîr xist ku ev ji 2 salan zêdetir e ku li ser Ocalan tecrîd heye û got, ‘’Dewleta Tirk bi van polîtîkayan jê weye ku wê bikaribe dengê gelê Kurd bibire. Lê her roj qêrîn û têkoşîna azadiyê ya Kurdan li çar paçeyan geş dibe.’’

 ‘EV PLAN JÎ WÊ PÛÇ BIBE’

Li ser navê Tevgera Goran Mihemed Goldereyî jî got, ‘’Bi birîna têkiliya di navbera Kurdan û Rêberê wan ku ji bo wan têdikoşe ji wan weye ku wê bi ser bikevin, lê nizanin ku wê ti caran nikaribin Rêberê ku ji bo gelê xwe têdikoşe ji dilê gel derxînin? Ramanên mirovên azad ti caran nikare were tecrîdkirin. Em bang li mêtingerên Kurdistanê dikin. Planên we yên berê çawa têk çûbîn ev ê jî têk biçe.’’

 ‘DIVÊ EM JI BO AZADIYA WÎ TÊBIKOŞIN’

Berpirsê Navenda Zerdeştiyên Kerkûkê ku tevlî çalakiya nobetê bûyî Hêmin Qehreman got ji bo ku ew polîtîkayên li ser Kurdan red bike tevlî vê çalakiyê bûye û got, ‘’Nêzîkatiya bi vî rengî ya li Rêberê ku li heqê gelê xwe digere nikare were qebûlkirin. Tirkiyê behsa demokrasiyê dike. Di demokrasiyê de tiştekî wiha heye? Rêberê civakeke ku heqê gelê xwe dixwaze divê mirov 18 salan di zindanê de bihêle? Ev êdî nema tê qebûlkirin. Divê ji bo tecrîd rabe û ji bo azadiya Ocalan em têbikoşin. Divê hemû dinya êdî bi van rastiyan re hevrû bibin.’’

 ‘KES NIKARE BI SIVIKÎ NÊZÎ RÊBER APO BIBE’

Ji Pêşmergeyên Dêrîn Sîrwan Mihemed got, çi kesê ku li dijî dîktatorî û zilmê be ew li gel wan in û got: ‘’Kesek nikare bi sivîkî nêzî li Rêber Apo bibe. Ji ber ku ew ne mirovekî jirêzê ye. Felsefe û têkoşîna wî îlhamê dide hemû gelên çewisandî. Ê ku gelê Kurd bi hemû dinyayê da naskirin felsefeya Rêber Apo ye. Ne rastgir ne çepgir ev pêk neanîn. Tenê felsefeya Rêber Apo bi ser ket. Rêber Apo ne tenê dema ku li derve bû, li zindanê jî bû mîmarê gelek guherînan. Bi taybetî di nav Kurdan de, di nav hemû civakên Rojhilata Navîn de paradîgmaya azadiya jinê bi pêş xist û mohra xwe li dîrokê xist.’’