Têkoşîna hiqûqî ya ji bo Hevrîn Xelef

Sekretera Giştî ya Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef beriya niha bi salekê ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatibû qetilkirin. Malbata wê Erdogan wekî kujer nîşan dide û amadekariyê dike ku li dadgehên navneteweyî dozê veke.

Di 12’ê Cotmeha 2019’an de konvoya ku Sekretera Giştî ya Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef jî di nav de bû di navbera bajarên Til Temir û Girê Spî de bûbû armanca êrîşên çeteyên Ahrar Şarkiyeyê. Çeteyan bi êşkeceyê Hevrîn Xelef qetil kirin û di heman êrîşê de şifêrê Xelef û 7 kesên sivîl jî kuştin.

Bi belgeyan derket holê ku ev qetlîam ji aliyê çeteyên Ahrar Şarkiye hatiye kirin. Dêya wê Sûat Mûhammed diyar kir ku bi hinceta wan ‘Serî li dadgehên Tirkiyeyê nedane’ hemû daxwazên wan ên li saziyên hiqûqî û dadgehên navneteweyî nayê qebûlkirin.

Dêya wê Sûat Mûhammed diyar kir ku parêzerên li Ewropayê wê di nêz de derbarê qetilkirina Hevrîn Xelef dozê vekin.

ÊRÎŞA DAÎŞÊ HATE ŞIKANDIN ÇETEYÊN DEWLETA TIRK DERKET HOLÊ

Di 12’ê Cotmeha 2019’an de hate diyarkirin ku li ser rêya M4 Sekreterê Giştî ya Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef hate qetilkirin. Tevgera dagirker a li ser Serêkaniyê û Girê Spî di roja duyemîn de didomiya û nedihat zanîn ku çeteyên girêdayî Tirkiyeyê ketine rêya M4.

Hêzên QSD’ê piştî nîvro gihiştin cihê qetlîamê û dora qadê girt. Rojnameger Ferhat Şamî diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi alîkariya hucreyên veşartî ji ser gundê Turvaziyeyê li ser rêya M4’ê qetlîam kiriye. Şamî diyar kir ku Hevrîn Xelef jî hatiye qetilkirin û dîmenên wesayîtê nîşan da.

Rojnameya Tirkan a bi navê Yenî Şafakê piştî êrîşê bi sernavê ‘Derbeke mezin li rêxistinê hate xistin: Yek ji rêvebera girîng a PYD’ê Hevrîn Xelef hate kuştin’ Di nûçeyê de dihate diyarkirin ku Hevrîn Xelef di êrîşa hewayî de hatiye kuştin.

DÎMENÊN ÇETEYÊN AHRAR ŞARKIYEYÊ DERKET HOLÊ

Di destê êvarê de vîdeoyeke çeteyên Ahrar Şarkiyeyê hate weşandin. Di vîdeoyê de dihat dîtin ku li ber wesayîteke reş kesek li erdê ye, gelek çete li dora wesayîtê kom bûne û hewl didin kesê di wesayîtê de bikişînin.

Derket holê ku ev wesayîta Hevrîn Xelef e, ya li erdê Hevrîn Xelef e û kesê di wesayîtê de jî şofêrê wê ye. Dema çete berê xwe didin wesayîtê, kesek bi Erebî bang dike “Ev seroka partiyeke siyasî me” Dêya wê, şofêrê wê yê rastîn û hevalên wê diyar kirin ku ev dengê Hevrîn Xelef e.

Di 15’ê Cotmeha 2019’an de Nexweşxaneya El Malikiye ya navneteweyî rapora otopsiyê ya Hevrîn Xelef weşand. Di raporê de hate diyarkirin ku Hevrîn Xelef bi êşkenceyê hatiye qetilkirin.

DEREWA KU HÊZÊN ME NEGIHIŞTIYE M4’Ê

Ji ber ku derket holê Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên Ahrar Şarkiye yê dewleta Tirk bi êşkenceyê hatiye qetilkirin, li dinyayê bertekeke mezin çêbû. Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) piştrast kir ku Hevrîn Xelef ji aliyê Ahrar Şarkiye bi êşkenceyê hatiye kuştin. Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da û diyar kir ku ew derbarê vîdeoyên qetlîamê agahiyan kom dikin û dibe ku ev qetlîam ji aliyê rêxistina Ahrar el Şarkiya hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî dibe ku ji vê kuştina girêdayî Tirkiyeyê were darizandin.”

Piştî van bertek û nerazîbûnan berdevkê ‘Artêşa Neteweyî’ Yûsûf Hammûd ya ku hevkarê Tirkiyeyê bû û Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiribûn, înkar kir ku wan li ser rêya M4’ê jî Hevrîn Xelef jî di nav de 9 kes kuştine. Hammûd got ku, “Bawer bikin ku hêzên me negihiştin rêya M4” û înkar kir ku wan sivîlên li wê derê kuştine.

DAYÎKA WÊ: DI DEMA KEMÎNÊ DE TELEFONÎ MIN KIR

Dêya wê Sûat Mûhammed diyar kir ku Hevrîn Xelef saet di 06.55’an de hatiye qetilkirin û got ku, “Sibehê saet di 06.55’an de telefonî min kir. Min dît ew telefon dike. Min got qey wê bibêje ‘Ji Hesekê diçim Reqayê, ji ber wê telefonî min dike’ Me telefon vekir. Hinek kes bi Erebî diaxivîn. Me çiqasî bang kir jî deng jê nehat. Li gorî min dema keça min çete dît, ji bo ku bibêje ‘Em ketin kemînê telefonî’ me kir. Lê derfeta wê ya axaftinê çênebû. Nexwe di wê demê de telefona wê kete erdê û vekirî ma. Me çiqasî got ku ‘Elo, elo’ jî bersiv nehat. Dengê axaftina wan dihat me. Min wê demê fêm kir ku keça min ketiye destê çeteyan. Min got belkî yan ew dîl girtine yan jî kuştine. Me di dil xwe de got dijî, wê fîdyeyê ji me bixwazin.”

DU NAVÊN DI QETLÎAMÊ DE DERKETIN PÊŞ

Di 18’ê Cotmeha 2019’an de bi yek ji koma çeteyan a Ahrar Şarkiye, Haris El Rabah re roportajek hate kirin. Di roportajê de hate diyarkirin ku Haris El Rabah wê rojê li herêmê bûye û konvoya Hevrîn Xelef dane sekinandin. Haris Rebah îddîa kir ku wan ev qetlîam nekiriye, fraksiyonê din ev qetlîam kiriye û vîdeoya li ser medyaya dîjîtal jî ji aliyê wî nehatiye kişandin.

Înîsîyatîfa Hiqûqî ya Heqîqet û Edaleta ji bo Sûriyeyê derbarê qetlîamê raporek amade kir û diyar kir ku Harîs Rabar di nav wan kesan de ye ku yên Hevrîn Xelef û 9 kesên pê re kuştine û wî vîdeo kiişandiye.

Rêvebera Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyeyê Mizgîn Hesen jî diyar kir ku yek ji kesê berpirsyar fermandarê çeteyan Hatem El Şakra ye û diyar kirin ku dema raporê pêşkêşî dadgeha navneteweyî bike, wê navê vî kesî jî bidin.

Di dîmenên li ser twîtterê de jî hatibû diyarkirin ku Hatem El Şakra jî li wir bûye û Hatem El Şakra heqaret li sivîlên dîl dikir. Piştî van dîmenan hin wêne derket holê ku ev sivîl hatine kuştin û cenazeyê wan avêtine kêleka rê.

BÛYER BI ŞAHIDAN PIŞTRAST BÛ

Rêvebera Navenda Parastin û Lêkolîna Mafên Jinan a Sûriyeyê Mizgîn Hesen diyar kir ku ji roja Hevrîn Xelef hatiye kuştin û vir ve ew bûyerê lêkolîn dikin. Mizgîn Hesen got, "Ji ber ewlekariyê me nekarî xwe bigihînin şahidên destpêkê yên bûyerê. Ev herêm piştre bi temamî hate dagirkirin. Ji ber vê yekê zehmet bû ku em delîlan komî ser hev bikin."

Mizgîn Hesen ragihand ku dema dawî wan xwe gihandin hin şahidan û got, "Lê belê dema ku me xwe gihand şahidan hemû nebûn alîkar. Ji ber ku li herêmên çete lê ne, ji ewlehiya malbatên xwe û xwe bi fikar in. Lê belê hin şahid jî bûn alîkar. Ji me re qalê kirin ku çete bi çi rengî hatin herêmê û çi kirin. Çend wesayit hebûn, kîjan al bi wan ve bûn, ji xwe re digotin çi. Qala van hemûyan kirin. Her wiha hin gundiyên ku serê sibehê dixwestin di wê rê de derbas bibin, şahidî ji bûyerê re kirin."

'NE RAST E KU KNHŞ'Ê BERPIRSYARÊ BÛYERÊ CEZA KIRIYE'

Mizgîn Hesen destnîşan kir ku daxuyaniyên dema dawî yên ku Konseya Neteweyî ya Hêzên Şoreşger (KNHŞ) û Muxalîfên Sûriyeyê îdîa dikin ku berpirsyarê kuştina Hevrîn Xelef hatiye cezakirin rast nînin, tenê ji bo propagandayê ne. Mizgîn Hesen got, "Dîtin ku ji bo dariznadina berpirsyarên ji kuştina Hevrîn Xelef û 9 sivîlan berpirsyar in karek tê kirin. Rapora Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî dîtin. Di vê raporê de kuştina Hevrîn Xelef û sûcên din ên şer dihate nivîsandin. Lewma propagandaya 'me sûcdar eşkere kir, darizand, ceza kir' dikin."

Mizgîn Hesen ragihand ku ji kuştina Hevrîn Xelef kesek bi tenê berpirsyar nîne, ev yek ji cenazeyê wê jî tê dîtin û got, "Ne bûyereke kuştinê ye ku bi destê kesekî bi tenê hatiye kirin. Kom bi hev re dike. Her wiha gotin ku kesek girtine. Me ew nav lêkolîn kir, lê gihîşt wî navî. Kes negirtine. Bi dîtina me tenê ev propaganda ye."

JI BO DARIZANDINA SÛCDARAN ÇIMA DOZ NEHATE VEKIRIN

Mizgîn Hesen diyar kir ku dayika Hevrîn Xelef ji bo darizandina sûcdarên komkujî kirine çû Ewropayê, demeke dirêj hewl da û got, "Di vê mijarê de me xwest ku serî li dadgeha ceza ya navneteweyî û saziyên din ên hiqûqî bidin. Lê belê timî astengî derketin pêşiya me. Ji ber ku li gorî hiqûqa navneteweyî, ji bo li dijî Tirkiyeyê û çeteyên wê doz karibe bê vekirin, divê destpêkê serî li dadgehên li Tirkiyeyê bê dayin. Piştî ku li wir doz hate vekirin û helwesta li wir zelal bû hingî serî li dadgeheke navneteweyî yan jî dadgeheke li welatekî cuda dikare bê dayin."

Mizgîn Hesen diyar kir, ji ber ku Tirkiye welatekî demokratîk nîne ev yek nepêkane û got, "Tirkiye zextê û kiryarên dagirkeriyê li welatiyên xwe jî dike. Zexteke mezin, girtin, êşkenceyê li parêzeran dike. Ji ber vê yekê ne me weke sazî, ne jî malbata Hevrîn Xelef neçûn Tirkiyeyê û doz venekirin, serlêdan nekirin."

'EZ GILIYÊ ERDOGAN Û DYE'YÊ DIKIM'

Mizgîn Hesen ragihand ku dayika Hevrîn Xelef Sûad Mûhammed ji bo darizandina kujerên keça wê çû Ewropayê, 7 mehan hewl da, lê ji ber vê yekê nekarî dozê veke. Sûad Mûhammed got, "Ji bo dozê vekim çûm Ewropayê, Lê belê min dît ku ne mirovahî, ne mafên mirovan, ne jî hiqûq heye. Xwişka wê çû ji bo serlêdanê. Jê re gotin 'ne bûyer li vir qewimiye, ne jî sûcdar li vir in. Tenê dema hatin vê derê em ê bigirin."

Sûad Mûhammed diyar kir ku wê li Ewropayê hin parêzer nas kir û wan parêzeran ragihandin ku ji bo berpirsyarên kuştina Hevrîn Xelef bên darizandin wê dozê vekin.

Sûad Mûhammed diyar kir, ku doza wê ne tenê li hemberî çeteyan, li dijî Serokkomarê Tirkiyeyê R.T. Erdogan e û got, "Min ji parêzeran re got ku doza min ne li ser çeteyan e. Ew leşkerên ji bo pereyan xwe difiroşin. Dema pere bê dayin wê biçin mirovan bikujin, malan bişewitînin, mirovan birevînin. Ez giliyê Erdogan û yên li pişta wî ne dikim. Min nav jî da wan. Emerîka jî ji kuştina Hevrîna min berpirsyar e. Li herêma Emerîkayê hate kuştin. Emerîkayê got, 'em ê vekişin'. Lê belê dema ku Hevrîn hate kuştin ew hîn venekişiya bûn. Keça min li cihekî nêzî leşkerên Emerîkayê lê bûn hate kuştin."

WÊ DOZ BÊ VEKIRIN

Mizgîn diyar kir ku ne tenê Hevrîn Xelef, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran mirov bûn mexdûrê sûcên şer ên Tirkiyeyê û çeteyên wê û got, "Li hiqûqa navneteweyî ji ber vê yekê ti doz nayê vekirin. Lê belê em niha amadekariyan dikin ku rewşa xwe bidin fêhmkirin û li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî dozê vekin. Di vê mijarê de me heta astekê têkilî danîne. Li Ewropayê hevalên me hene, ku li ser vê mijarê dixebitin."

Mizgîn Hesen diyar kir ku hebûna dewleta Tirk a li Sûriyeyê li gorî hiqûqa navneteweyî dagirkerî ye û anî ziman, ku sûcên şer hemû di bin sîwana dewleta Tirk de hatin kirin. Mizgîn Hesen got, "Li gorî hiqûqa ceza ya navneteweyî, berpirsyar rayedarên Tirkiyeyî ne. Serokkomar Erdogan û Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar ku her roj gefê li herêmên me dixwin berpirsyar in. Her wiha Selîm Îdîrs berpirsyar e."