KNK'ê Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr anî

KNK'ê Qazî Mihemed û hevalên wî di salvegera 73'an a darvekirina wan de bi bîr anî.

Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber salvegera darvekirina Serokê Komara Mahabadê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berî 73 salan weke îro, di 31'ê Adara 1947'an de piştî têkçûna Komara Kurdistan li Mehabadê, Damezrêner û Serokê Komarê Pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serok Komar Seyf Qazî û nûnerê Mihabad li Parlamenta Îranê û Nûnerê Qazî Muhemed li Tehran Sadr Qazî, li sêdarê dan."

Daxuyaniya KNK'ê wiha dewam kir: "Ew heyama nêzî salekê bû, Komara Kurdistanê hatibû îlan kirin û destketên mezin yên rêxistina civaka kurdî, ferheng û çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdarî yê tê de. Lê mixabin bi palpiştiya kolonyalizma nevneteweyî û êrîşên dewleta dagîrkera Îranê, dawî bi Komarê hat. Bi wê jî nesekinîn heta damezrêner û serokê wê jî li sêdarê dan. Dîsan bi pilan û pîlanên kolonyalîzma navneteweyî ew xewn û hêviyên rizgarî û azadiyê wek mafên rewa yên Kurd binpê kirin û di wî parçê Kurdistanê de dagirkerî heta roja îro domandin û berdewam dikin.

Di wê demê biryardan û îlankirina dewleta serbixwe, bi navê Komara Kurdistanê biryareke siyasî û civakî ya wêrek û çavnetirsane bû, di nava wan şert û mercên giran yên bi dawîhatina şerê cîhanê yê duyemîn de. Lew ew hewl û cangorî ya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û Pêşewa Qazî Mihemed jî, wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.

Îro jî, li hemberî desthilatdariya rejîma Îranê, ciwanên Kurd, jinên Kurd, bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û leşkerî têkoşîneke destanî didine meşandin. Hemberî ku Melayên Îranê, cezayê dardekirina ciwanên Kurd bi kar tine, ciwanên Kurd di zindanan de rehîn digire û di bin navê kasibkariyê de komkujiyan pêk tîne jî, gelê Kurd têkoşîna xwe, bi xwedî derketina li doza Qazî Mihmmed û hevalên wî didomînin.  

Em weke KNK, di bîranîna 73 saliya li sêdaredana pêşewa Qazî Mihemed,  Seyf Qazî, Sadr Qazî  û hemî şehîdên Kurdistanê carekî din bi rêz û hurmet bîr tînin û li ber bîranîna wan bejana xwe ditewînin. Herweha sêrî de dakirkerên rejîma Îranê û hemî dakirkerên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin."