BI DÎMEN

Tekana mîrateya wî bû têkoşîna wî

Bedran Cûdî kevneşopiya têkoşînê ya ji sala 1983’an ve ji nifşê nû re mîrate hişt.

Bedran Cûdî gerîlayekî wiha bû ku şahidî ji gelek qonaxên Têkoşîna Azadiya Kurd re kiribû. 22’yê Nîsana 2017’an bi êrîşeke hewayî de bi 4 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, têkoşîna ku 1983’an dest pê kirî, ji nifşê nû re mîrate hişt.

Saît Tanit ku bi eslê xwe ji Gundikê Remo ê Şirnexê ye, bi navê ku tê naskirin Bedran Cûdî 9’ê Sibata 1949’an tê dinê. Weke gelek gundên welatparêz ê Botanê ku piştî gerîlayên PKK’ê li herêmê bi cih dibin, gundiyên Gundikê Remo jî ji gerîla re hembêza xwe vedikin û malxwetiyê li wan dikin.

Saît Tanit jî di serê wan gundiyan de ye. 1983’an gerîla nas dike, alîkariyê dide. Milîstiyê ji fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz (Egîd) re dike. Piştî çalakiya Dihêya 15’ê Tebaxa 1984’an tê girtin. Tanit ji ber vê 2 salan li girtîgehan Amedê dimîne. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve Tanit xebatên xwe yên milîstiye û siyasî didomîne, 1988’an diçe Akademiya Mahsûm Korkmaz û li wir ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perwerdehiyê distîne. Ji vê û şûn ve êdî ew dibe gerîlayê çiyayê Kurdistanê.

Têkoşîna gerîlatiyê ya Saît Tanit ku wê demê dest pê dike, bi navê Bedran Gundikê Remo û Bedran Cûdî didome. Bi dorê li herêmên Cûdî, Êlkê, Gabar, Garisa, Besta, Çiyayê Spî, Heftanîn, Qendîl û Behdînanê li gelek deveran gerîlatiyê dike. Cûdî di nav  ARGK’ê de li eyaletan di asta jor de fermandariyê dike. Cara pêşî 1989’an li Êlkê, li gelek deveran bi tevahî 6 caran birîndar dibe lê dîsa jî bê navbera têkoşîna xwe didomîne.

Kurê wî Hemza 1999’an li Cûdî û keça wî Aryen jî 1996’an li Zagrosan jiyana xwe ji dest didin. Kurê wî yê dî Mehmet Tanit jî 22’yê Nîsana 2017’an li nêzî Amediyê pê re di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dide. Keçeke dî ya Tanit jî hê jî di nav refên HPG’ê de ye.

Bedran Cûdî ku bi salaln ji ARGK’ê ta bi HPG’ê fermandariya têkoşîna gerîla dike, di roportaja xwe de ku di bernameya  Serhildan a Stêrk Tv de behsa wan deman, nasîna PKK’ê û Mahsûm Korkmaz dike.

 ‘GAVÊN PÊŞÎ YÊN TÊKOŞÎNA 34 SALAN’

Bedran Cûdî nasîna xwe ya PKK’ê wiha vedibêje: ‘’Pêşî 3 heval hatin cem me. Min got belkî qeçaxçî bin, ji bo wê min qebûl nekirin. Hindik mabû ku em bi hev biçin. Gotin, ‘’em heval in’’, min got ‘’Heval çiye?’’ Gotin, ‘’Heval, Apocî û Karkarên Kurdistanê ne’’

Ji min re gotin, ‘em ê li dijî dewletê şer bikin.’’ Min jî got, ‘’heke li dijî vê dewletê yên ku şer bikin 19 kes hebin, ez jî yê 20’an im.’’

JI KURYEYÊ PÊŞÎ YÊ ÇALAKIYA 14’Ê TEBXÊ

Bedran Cûdî ku wan dean milîstiya Mahsûm Korkmaz (Egîd) dikir, beriya çalakiya Dihê ya 15’ê Tebaxê raporê dibe Lolanê û kuryatiya komê dike. Bedran Cûdî wan deman wiha dibêje: ‘’ Rojekê hevalê Egîd bang li min kir ku heavlan bibim Lolanê. Helbet ne got çi bû. Piştre min fêhm kir,  em ji bo fermana serdegirtina 15’ê Tebaxê ya Dihê çûbûn, 3 heval li cem min hebûn, tevlî min em 4 kes bûn. 2 meh û nîvan em tim çûn û hatin. Piştî vegerê heval Egîd ez şandim deverekê. Got, ‘’dema ku tu vegeriyayî tu yê tiştekî bibihîsî’’ Piştre çalakiya Dihê hate hate kirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk hema hema hemû li Botanê bi cih bû. Ez bi gundiyên xwe re hatim girtin. 2 salan li Girtîgeha Amedê mam. Piştî ku derketim sala 1998’an çûme Akademiya Mahsûm Korkmaz. Piştre vegeriyam Botanê.’’

Cûdî dibêje Egîd dilnizm û dûrbîn bû û her kesî bi hijmatkarî nêzîkî wî dibû.

‘DI XETA ARGK’Ê DE WÊ AZADÎ PÊK WERE’

Yek ji fermandarê ARGK’ê Bedran Cûdî bi bir xist ku li Botanê hêzên dewletê nikarin ji navendê xwe derbikevin û domdarî: ‘’Wê demê ARGK hebû, hê jî nasnameya min heye. Niha hêzên HPG’ê hene. Li gorî min HPG di xeta ARGK’ê de, li pey azadiya Rêber Apo wê azadiya Kurdistanê pêk bîne.’’