'Tecrîd encama têkçûna polîtîkayên desthilatdariyê ye'

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadîr Yildirim destnîşan kir, ku polîtîkayên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin, xeteriyeke mezin e li ser jiyana bi hev re û hêviyên paşeroja demokratîk.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nadîr Yildirim, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê ji ANF'ê re nirxand.

Yildirim diyar kir, ku haya desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ji encamên tecrîd nîne ya jî hesab nekirine û got, "Rejîma Îmraliyê ku ev 18 sal in li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye amadekirin, şert û mercên tecrîdê û hemû polîtîkayên li Îmraliyê tên meşandin, li ser jiyana bi hev re û paşeroja demokratîk xeteriyeke mezin e. Girîng e tecrîda li Îmraliyê di vê çarçoveyê de were nirxandin."

'TECRÎD ENCAMA TÊKÇÛNA DESTHILATDARIYÊ LI PÊŞBERÎ BIRÊZ OCALAN E'

Yildirim anî ziman, polîtîkayên li ser gelê dihatin ferzkirin bi berxwedana Ocalan hatin pûçkirin û destnîşan kir ku desthilatdariya heyî li pêberî Ocalan têk çûye, lewma ewqasî bi hêrs tevdigere.

Yildirim bi bîr xist, ku di nava şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ku li Rojhilata Navîn diqewime, berevajî windahî û têkçûna hemû hêzên herêmî û navneteweyî, paradîgmaya Ocalan bi ser ketiye û destnîşan kir ku ji ber vê yekê aliyekî navneteweyî yê vê tecrîdê heye.

Di dewama axaftina xwe de Nadîr Yildirim da zanîn, ku tecrîda li ser Ocalan di heman demê de gefa li dijî gelên Rojhilata Navîn e û got, "Hin xetên sor ên gelê Kurd hene. Ya sereke jî şert û mercên tenduristiyê yên Birêz Ocalan e. Êrîşek, spekulasyonek an jî gefek li dijî vê xeta sor, wê bike ku şert û mercên jiyanê li Tirkiyeyê ji holê rabe. Lewma ji bo ev rewş bi dawî bibe, ji agahiyeke zelal li ser tenduristiya Birêz Ocalan bigihêje civakê û şert û mercên azad ji bo Birêz Ocalan bên afirandin, têkoşîna me wê bidome."

'BERXWEDAN NEGIHAŞT WÊ RADEYÊ KU KARIBE TECRÎDÊ BIŞIKÎNE'

Yildirim da xuyakirin ku Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê sembolek e, lewma divê her kes li ser bingeha demokratîk ji bo şikandina tecreîdê têbikoşe û wiha dewam kir: "Tevî ku li bajar û navçeyan li dijî tecrîdê çalakî tên lidarxistin jî, ev ebrxwedan negihîştiye asta ku karibe tecrîdê bişikîne. Pêwîste gelê me bi çalakiyan hê bêhtir xwedî li Birêz Ocalan derkeve. Em bang li gelê xwe dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê bibe."

'XEMSARIYA CPT, ASTA NAVNETEWEYÎ YA TECRÎDÊ NÎŞAN DIDE'

Yildirim işaret bi aliyê navneteweyî yê polîtîkayên li Îmraliyê kir û got, "Divê nêzîkatiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) were şermezar kirin, ku bi erk û berpirsyariya xwe ranabe. Helwesta CPT asta tecrîdê ya li qada navneteweyî nîşan dide. Ji ber vê yekê me careke din bang li CPT dikin ku dev ji van polîtîkayê durû berde û li gorî pîvanên xwe tevbigere."