'Tayînkirin nîne, darbe ye'

Sevda Aydin ku ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyan ji wezîfeya xwe ya kontrolkirinê îstifa kir got, "Ez parêzvaneke mafên mirovan im, lewma parastina mafê xwe wezîfeya min e. Ez ji vê re nabêjim tayînkirin, ev yek darbe ye."

Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate desteserkirin sê parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ji wezîfeya kontrolkirinê ya Midûriyeta Giştî ya Karên Av û Kanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) ya ser bi şaredariyê îstifa kirin. Parêzer Cahît Ertan, Medenî Gur û Sevda Aydin diyar kirin ku ew vê bêhurmetiya li îradeya gel qebûl nakin û zîhniyeta qeyûm şermezar kirin.

Sevda Aydin ji wezîfeya xwe îstifa kir û got, "Der barê şaredarên ku ji ber wezîfeyên wan ti lêpirsîn li wan nehatiye vekirin, darbeya qeyûm hate kirin. Bila kes hewl nede ku vê yekê weke biryareke hiqûqî bi me bide qebûlkirin."

Sevda Aydin pirsa "Çawa dibe ku Serokkomarek beriya bi mehan, beriya pêkhatina hilbijartinê dikare bazirganiya pêkanînên rêveberî û hiqûqî bike" û gefa Erdogan a beriya hilbijartinê bi bîr xist ku gotibû, "Eger bên hilbijartin jî em ê qeyûm tayîn bikin." Diyar kir, "Ez parêzvaneke mafên mirovan im, lewma wezîfeya min e ku mafê gelê xwe biparêzim. Di rewşeke wiha de nedibû ku min çavên xwe li xerckirina pereyê gel bigirta, ji nedîtî ve bihata."

Sevda Aydin destnîşan kir ku ew vê yekê weke tayînkirinê nabîne, weke darbeyê dibîne û got, "Pêkanîneke siyasî ya faşîst e. Ya ku bi hilbijartinê nekarî werbigire bi zordariyê werdigire. Her wiha dema ku mirov karê qeyûman ên beriya niha binerin, wê bê fêhmkirin ku çima em qeyûm red dikin. Êrîşa li dijî destketiyên jinan, li dijî Kurdî, jêbirina navên Kurdî, bidawîkirina navendên çandê ji bilî hewldana ji bo tinekirina îradeyê nayê ti wateyê. Bi kurtasî ez ê ne bi wan kesan re bim ku ziman û çanda Kurd tine dibînin û li dijî hebûna jinê ne. Ez ê li dijî zîhniyeta qeyûm bim."