Taxek ya Elbakê xistin karantînayê

Taxa Xirabe ya Elbaka navçeya Wanê ji ber koronavîrûsê xistin karantînayê, ji çûyîn û hatinê re girtin.

Ji ber kesek ji Stenbolê hate Xirabe li ser wî nexweşiya koronavîrûsê hate tesbîtkirin, tax hemû xistin karantînayê.

Ji berê jî li Elbakê Esenyamaç û li gel 7 mezarayan, taxa Ilacak û mezraya Belliyurt xistibûn karantînayê.

Li Ebaxê jî taxa Han û li navçeya Şaxê jî mezrayên Çemîk û Tellîkaya yên taxa Alacayer ji ber koronavîrûsê xistin karantînayê.