Taşcier: Pêkanîna kongreya neteweyî ferz e

Taşcier diyar kir ku sed sal berê Kurdistan bêyî îradeya Kurdan bi hevpeymana Sykes Picot hate parçekirin û got: “Lê belê îro gelê Kurd li qadan yektiya xwe ava kiriye û ruhê yekîtiya Kurd derketiye holê. Divê êdî di qada siyasî de jî yekîtiyek pêk were."

Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya, Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokrat a Kurd (PDK-Bakur), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî û Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) bi rojeva ‘Yekitiya neteweyî’ li Navenda Giştî ya DBP’ê ya Amedê 05.12.2019’an de civiya bûn. Têkildarî xebatên yekitiya neteweyî û girîngiya yektiya neteweyî Parlamenterê HDP’ê yê Amedê  Îmam Taşcier nirxandin kir û diyar kir ku di vê serdemê de lidarxistina kongreya neteweyî elzem e.

‘YEKITÎ XEWNÊN SALAN YÊN KURDAN IN’

Taşçier anî ziman ku sed sal berê Kurdistan bêyî îradeya Kurdan bi hevpeymana Sykes Picot hate parçekirin û wiha axivî: “Ji dîrokê ve herdemê tê gotin, eger Kurd yek bûna, ev bûyerên diqewîmin ne dihat serê Kurdan. Ev rastî di dîrokê de derdikeve pêşberî me. Ger ku dema 1'emîn şerê Cîhanê pêk hat Kurdan yekîtiya xwe ava kiribûya, îro nedibûn çar perçe. Ji wê demê heta niha jî Kurdan herdemê xwe parçe parçe dît. Dijminên gelê Kurdistanê ev yek li ser Kurdan da ferzkirin. Lê belê Kurdan ev parçekirin tu carê di dil û mejiyê xwe de qebûl nekir. Bi Tirk, Ereb û Farisan xwestin çand û hebûna Kurdan bidin guherandin. Lê belê tu carê ev polîtîkaya serdesta bi serneket. Ji dîrokê heta niha herdemê yektiya neteweyî daxwaza gelên Kurdistanê ye.”

'KURD LI QADAN BÛN YEK' 

Taşçier da zanîn ku li qadan Kurdan yekitiya xwe ava kiriye û wiha pê de çû: “Li qadan ruhê yekîtiya Kurd derketiye holê. Divê êdî di qada siyasî de jî yekîtiyek pêş bikeve. Kurdan yekem car yekitiya xwe li Kobanê ava kir. Dîsa li Başûr piştî êrîşî li ser Kerkûk û êrîşên li ser daxwaz serxwebûna Başûr dîsan jî Kurdan yektiya xwe çêkir. Îro dîsa êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin û gelê Kurd li qadan bûye yek. Îro mejî û dilê hemû Kurdan li Rojava bi hevre lê dide. Li cihekê dema Kurd bi ser bikevin ev keyfxweşiya tevahiya Kurdan e. Dema ku Kurd li cihekê jî binbikevin tevahiya Kurdan bindikeve. Ev yekitî di nava gel de hatiye avakirin. Li çar perçeyên Kurdistanê gel bûye yek. Divê em vê yekîtiya gelan bi mekanizmayê ve girê bidin. Divê em ji cihê ku Kongreya Neteweya Kurd lê mabû berdewam bikin. Divê em êdî yekîtiya neteweyî ava bikin. Em  Yekîtiya Neteweya Kurd ava bikin em dikarin van êrîşên li ser xwe bişkînin.” 

‘KURD LI ROJHILATA NAVÎN PÊŞENGTIYÊ DIKIN’

Taşçîer destnîşan kir ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi banga Mesut Barzanî û Celal Talabanî di sala 2013'an de pêşengê Kurdan li Hewlerê kom bûn û ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd xebat hatin meşandin. Taşîer bilev kir ku ev xebat di nava çar mehan hate meşandin û ev tişt got: “Divê xebatê de komsiyon û licne hate avakirin. Divê komsiyonê de 21 kesan cîh girt. Di wê serdemê de xebatek bi qîmet hate birêvebirin. Piştî çar mehan û vir de ev xebat bi ser neket. Çima bi ser neket? Birastî siyaseta Rojhilata Navîn hate guhertin. Êrişên DAIŞ’ê yên li Rojhilata Navîn zêde bûn. Tevahiya hêzên emperyal berê xwe dabûn herêmê û ji herêmê daxwazên wan hebûn. Di vir de yektiya Kurdan li hesabê wan nedihat. Ji ber vê yekê ev xebat li cihê xwe de rawestiya. Îro dem ew deme, tevahiya dinyayê bang li Kurdan dike. Kurd li Rojhilata Navîn pêşengtiyê dikin. Divê serdemê de jî divê em yektiya xwe ava bikin.”

‘ROJÊN PÊŞ EM Ê BIÇIN HEWLÊRÊ’

Taşçier bal kişan li ser xebatên ji bo yektiya netweyî û wiha got: “Berî 3 meh Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî di navde heyetek çû Herêma Kurdistana Federe û bi partî û saziyan re hevdîtin kirin. Me livir girîngî û wateya yekîtiyê parve kir. Her kesî yekîtiya neteweya Kurd xwest. Em niha vê xebatê dixwazin bikin mekanizmek. Tişta ku îro Kurd dijîn wekî salên 1924’an dubare dibe. Ger ku îro em nebin yek û derfetên heyî baş nenirxînin, xeter e. Daxwazên Kurdan ê azadiyê heye. Ji ber vê yekê divê em bi lez yekîtiyê ava bikin. Em dixwazin her kes bi reng û nasnameya xwe li ser vê axê bijîn. Divê di aliyê rêveberiyê de jî em di bin baneyê yekîtiyê de li hevkom bibin. Me partiyên Kurdan ji bo yekîtîyê gav avêtiye. Em hatine astekê. Em niha partiyên Kurd ên Bakur gihiştine ramanek hevpar û me deklarsiyonek aşkera kir. Berê demekê şandeyek me dîsan çû Başûr û li ser yektiyê em hatin ba hevdû. Em ê weke HPD û partiyên Kurd di rojên pêş de biçin Hewlêrê û li ser yektiya neteweyî bicivin.