TAJÊ 4'ê Nîsanê pîroz kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî mirovahiyê, gelê Kurd, jinên azadîxwaz û tevahî dayikên têkoşer pîroz kir û got; "Fêmkirina Rêber APO, avakirina civakeke azad, demokratîk û ekolojîk e."

Bi wesîleya rojbûna 71'emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan TAJÊ daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Em rojbûna Rêber Apo ya 71'emîn destpêkê li tevahî mirovahiyê, gelê xwe, jinên azadîxwaz û dayikên têkoşer pîroz dikin. Rêberê me her kêliyeke jiyana xwe ji bo azadiya mirovahiyê, jin, zarok û dayikan têkoşiya ye. Bi paqijbûna dil û mejiyê xwe, bi eşqa azadiyê, bi lêgerîna heqîqetê timî di kesayeta xwe de şoreş pêk aniye û ev gihandiye civakê. Di jiyana xwe de bi têkoşîna xwe ya bêhempa civak li hember azadiyê hişyar kiriye, sekneke bi vîn û têkoşer afirandiye. Lewma azadiya Rêberê me, azadiya civak û tevahî jinên Êzidî ye.

Îro Rêberê Gelê Azadîxwaz hîna bi hemû şert û mercên zehmet tê tecrîdkirin û agahî jê nayê girtin. Rêberêkî ku bûye çareseriya pirsgirêkên civakê û bi kûrahî pergala kapîtalîzmê tehlîl kiriye; bi dahûrandin û angaştên xwe yên têr û tijî li hember vê pergalê alternatîf ava kiriye. Lê hêzên kapîtalîzmê Rêber Apo ji bo xwe weke gefekê dibînin. Lewre fikir û ramanên Rêber APO tinebûna pergala mêtînger û avabûna civake ke azadîxwaze. Ji bo wê dixwazin Rêber APO bêdeng bikin.

Rêber APO li bajarekî weke Rihayê ku bi çanda xwe ya kevnar û dîrokî, her wiha bi cihê rengiya netewe, ol û ziman ve tê naskirin ji dayik bûye. Axa Rêber APO lê ji dayik bûye, şert û mercên jiyanê hê di temenê biçûk de bibe lêgerînerekî xurt ê azadiyê.

Rêber APO ji jineke berxwedêr Dayika Ûveyş ji dayik bûye. Wî di şexsê dayika xwe de tevgera jinek azadîxwaz afirand û diyarî tevahî dayikan kir. Hîn di dema zaroktiya xwe de ferqa di navbera jin û zilam de dibîne û ev yek dibe sedema afirandina têkoşîna jina azad û di salên xwe yên dûr û dirêj de tevahî kêliyên jiyana xwe ji bo şoreşa jinê veqetand. Rêber APO li dijî pergala kapîtalîzmê wiha dibêje: 'Ji bo hûn civakekê bixîn, divê destpêkê hûn li jinê bidin! Lê berevajî wê, ji bo azadkirina civakê divê destpêkê jin were rizgarkirin'. Lewma fêmkirina fikir û ramanên Rêber APO û pêk anîna wê, afirandina civakek azad, demokratîk û ekolojîk e.

Rêber APO çawa ji bo tevahî jinên bindest, jinên ku jixwebûna xwe derketibûn têkoşînek mezin kir û ew gihandin pîvanên azadiyê; ji bo jinên Êzidî jî hewldanek pir mezin da. Berî ku êrîşên DAÎŞ’ê çêbibin Rêber APO ev hişyarî da û ji bo gerîlayên azadiyê got,'Berê xwe bidin Şengal'ê. Ev pêşdîtinên Rêber APO ji bo civaka Êzidî û ji bo jinan vejînek bû. Em weke jinên Êzidî piştî fermanê bi taybet piştî ku raman û felsefeya Rêber APO herikî nav civakê bi hebûna xwe, bi rol û mîsyona xwe ya pêşengiya civakê hesiyan. Lewma fikrê Rêber APO guhertinên mezin di nav civaka me ya Êzidî de pêk aniye. Bi vî fikrî em ji belavbûn, qirkirin û koletiyê rizgar bûn. Êdî em bi vîna xwe ya azad tevdigerin û hewl didin xwe bigihînin pîvanên azadiyê.

Di van rojên ku vîrusa Korona tevahî cîhanê tehdît dike û metirsiyek mezin li ser civakê çêdike, xwendina parêznameyên Rêber APO li ser pergala kapîtalîzmê gelekî girînge. Lewre Rêber APO di parêznameyên xwe de kapîtalîzm weke vîrusê pênase dike û dibêje berî her tiştî pêwîste ji kapîtalîzmê re çareserî were peydekirin. Ji ber ku pergala kapîtalîzmê xwe di her çavîneyeke civakê de bicihkiriye, şansê jiyanê ji bo civakê nehiştiye. Her wiha bi teknîka xwe bêhn li xwezayê çikandiye û xweza bi êrîşên pir mezin ên endustrîyalîzmê re rûbirû hiştiye. Lewma li hemberî vê yekê bilindkirina têkoşîna neteweya demokratîk û  paradigmaya Rêber APO ku xwe dispêre demokratîkkirina civakê, azadiya jinê û ekolojiyê, divê baş were fêmkirin. Li hemberî pergala kapîtalîzmê çareserî, pêkanîna modernîteya demokratîk e.

Em weke jinên Êzidxanê careke din rojbûna Rêber APO pîroz dikin û dibêjin, bi azadkirina Rêber APO re wê çareseriyên hîn xurtir û berfirehtir werin avakirin."