TŞYJ: Em ê tola Sarîn Awaz li erdê nehêlin

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekgirtî ya Jinan  (TŞYJ) têkildarî şehadeta şervana MLKL/FESK’ê Sarîn Awaz (Şevîn Sogut) got ku, ew ê tola wê li erdê nehêlin û bendewariya hemû şehîdan bi cih bînin.

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekgirtî ya Jinan  (TŞYJ) têkildarî şehadeta şervana MLKL/FESK’ê Sarîn Awaz (Şevîn Sogut) got ku, ew ê tola wê li erdê nehêlin û bendewariya hemû şehîdan bi cih bînin.

Daxuyaniya TŞYJ'ê wisa ye:

“Di 17’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê êrîşên hewayî pêk anî. Di vê êrîşê de tevî sê gerîlayên YJA-Starê gerîlaya MLKP/FESK’ê Sarîn Awaz jî şehîd bû. Rêheval Sarîn Awaz tevî gerîlayên YAJ-Star û HPG’ê ji bo pûçkirina planên dagirkeran heta hilma xwe ya dawîn di çeperan de şer kir. Rêheval Sarîn di Kurdistanê ji dayîk bû û wehşet û hovîtiya mêtingeriyê bi çavê xwe dît û ji bajarên Behra Reş heta bajarên Kurdistanê di nav refên ciwanan de têkoşiyaye û di kampanyaya avakirinê ya Kobanê de cih girt.

Piştî qetilkirina 33 ciwanan a li Sirûcê berê xwe da qadên azad. Piştî perwerdehiyê tevlî Pêngava Reqayê bû. Herî dawîn jî tevlî parastina Başûrê Kurdistanê bû. Hikumeta AKP’ê ya faşîst piştî Efrînê êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Îro bi hezaran şervanên azadiyê li dijî faşîzma AKP’ê li ber xwe didin.

Heta ku gelên Kurdistanê azad nebin, ew ê gelên Tirkiyeyê azad nebin. Heta ku karkerên li Tirkiyeyê nebînin ku doza wan û ya Kurdistanê yek e, ew ê tu kes azad nebe.

Bi vê mebestê di serî de jin, em bang li hemû gelên bindest dikin ku têkoşînê geştir bikin. Di şexsê rêheval Sarîn Awaz de bendewariya şehîdên me ev e. Avakirina jiyaneke azadîxwaz ew ê ji wan re bibe diyarî.”