Sûriyeya nû û Kurd

Di avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk de wê cih û rola Kurdan sereke be. Sûriyeya Demokratîk wê xwe bispêre tecrûbeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek tiştan jê hîn bibe.

Desthilatdariya rejîma Baas’ê di hefteya ewil a meha Kanûnê de hilweşiya. Di rastiyê de ya ku li Şamê hilweşiya netewperestiya netew-dewleta yekperestî bû. Ew jî berhemeke neteweperestiya Kemalîst bû ku li Erebistanê bi pêş ketin. Nasirîzm gav bi gav bi rêbazên darbekar û reformîst hat guhertin. Versiyona Baas’ê ya Iraqê di destpêka şerê cîhanê yê sêyemîn de piştî şerê deh salan û xistina peykerên Saddam hilweşiya. Niha jî versiyona Baas’ê ya Sûriyeyê jî piştî şerê 13 salan bêyî ku xwîn zêde birije hate hilweşandin.

Rêveberiya Beşar Esad ku desteka Îran û Rûsyayê winda kir û di bin êrîşên Îsraîlê de derbeke giran xwar, mîna ku bêje ‘bigirin hûn çi dikin bikin’ desthilatdarî berda. Desthilatdariya Şamê piştî wê ket destê Heyet Tehrîr El Şam (HTS). Niha jî, heyetên dewletê bi serokê HTŞ'ê M. Colanî yê li qesra Esad bi cih bûye re hevdîtinan pêk tînin. Hewl dide fêm bike ku Sûriyeya nû wê çawa şekil bigire û eger mimkun be wê hin berjewendiyan bi dest bixe. Her çend hat ragihandin ku di meha Adarê de wê hikûmeteke veguhêz were avakirin jî, lê siberoja Sûriyeyê her ku diçe bi awayekî dijwar tê nîqaşkirin.

Bi rastî jî Sûriyeya nû wê çawa şekil bigire? Rêveberiya HTŞ'ê wê Sûriyeyê bi ku ve bibe? Di avakirina Sûriyeya nû de wê kî karibe bi çi rolê bilîze? Her wiha wê cih û rola Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Sûriya nû de çi be? Pirsên bi heman rengî her ku diçe zêdetir dibin û li ser vê esasê nîqaş germtir dibin.

Yek ji mijarên ku herî zêde li ser tê seknandin jî îhtîmala ku Sûriye bibe Efganistana duyemîn e. Qenata giştî nîşan dide ku wê wisa nebe. Lê dema ku tê bibîr xistin ku DYE’yê Efganistanê jî xist vê rewşê, fikarên kesên xwedî nêrîn li ser mijarê bêhtir dibe. DYE’yê ku Efganistan ji Talîbanê re hişt, êdî dikare bi hêsanî Sûriyeyê ji HTŞ'ê re ku weke ‘rêxistina terorê’ dibîne re bihêle. Bi awayekî zelal tê dîtin ku amadekarî di vî alî de ne. Colanî ku navê wî yê nû Ehmed El-Şera ye, bi lêkirina cilûbergên fermî û kravatê hewl tê dayîn weke serokekî nûjen bidin nîşandan. 

Takiyekarî (înkarkirina misilmantiya xwe) di nava komên ku Îslama desthilatdarî esas digirin de, weke rêbazeke girîng tê bikaranîn. Me ev yek herî zêde di şexsê Tayyîp Erdogan de dît. Niha çima M. Colanî nebe Erdoganekî duyemîn? Tê dîtin ku di vê mijarê de gelekî hewesdar e û hewl dide zû hînî kursiya desthilatdariyê bibe. Her çend ji dewletên Ewropayê yên weke Elmanya û Fransayê li hemberî vê rewşê hin nerazîbûnên qels hebin jî, ne diyar e ku helwesta dawî wê ji bo niha çawa be. Li aliyê din, hê nerazîbûnek ji civakên Ewropayê û raya giştî ya demokratîk nayê.

Li dijî gotina M. Colanî ya ‘wê rêveberiyeke Şerîatê pêk were’ nerazîbûna ewil a cidî ji gelê Şamê hat. Bi taybetî ciwanên modernîst û jinên ciwan ên Şamê nerazîbûneke cidî nîşan dan. Bi awayekî pir vekirî diyar kirine ku ew ê dev ji jiyana nûjen a ku Rêveberiya Baas pêşxistiye bernedin. Tê texmînkirin ku nerazîbûn bi heman rengî wê li Lazkiye û bajarên mîna wê jî bi pêş bikevin. Lê belê bi giştî tê bawerkirin ku bajarên weke Hama û Hûmûs ku berê navendên 'Birayên Misilman' bûn, wê nerazîbûnê nîşan nedin, berovajî wê şerîatê qebûl bikin. Eger em bala xwe bidinê, civaka heyî ya Sûriyeyê jî di vê mijarê de parçebûneke cidî dijî. Di hawireke bi vî rengî de helwesta Durzî û Kurdên li Sûriyeyê dijîn, di teşekirina Sûriyeya nû de xwedî girîngiyeke mezintir e.

Rêveberiya Talîbanê ya li Efganistanê ku li deriyê ji Rojhilata Navîn heta Asyayê cih digire, dikare ji aliyê vê cîhanê ve bê qebûlkirin. Lê belê zehmet û nepêkan e ku rêveberiyeke bi heman rengî ya li Sûriyeyê li nava Rojhilata Navîn ji aliyê cîhanê ve bê qebûlkirin. Ji ber vê yekê, wê mijara çawaniya avabûna Sûriyeya nû hîn bêhtir bikeve rojevê û nîqaş bên kirin. Her çend hin derdorên berjewendîperest û îstîsmarkar ji her cure desthilatdariyê re bêjin erê jî, li seranserê cîhanê gelek hêzên dewletî û civakî dixwazin Sûriyeyeke nûjen bibînin.Di rastiyê de wê gel û hêzên demokratîk bibin alîgirê Sûriyeya nû ku bibe xwedî rêveberiyeke demokratîk û piralî. Tenê bi vî rengî mimkûne ku pêşî li rewşên xerabtir bên girtin û netewperestiya netew-dewlet ê tekperêz ku Baas’ê nûnertiya wê dikir bê derbaskirin.Tenê feraseteke wiha pirrengî ya demokrasiyê dikare pêkhateya civakî ya pir rengî, pir olî, pir mezhebî û pir-çandî ya Sûriyeyê bike yek.

Dema ku mirov ji vî alî ve li şêwegirtina Sûriyeya nû dinêre, tê dîtin ku wê gelek rolê Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebe. Di rewşa heyî de li Sûriyeyê, hêza Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ya tê hesabkirin, hîn zêdetir e. Eger li dijî êrîşên dagirker û qirker ên rêveberiya faşîst-qirker a AKP-MHP’ê di asteke diyar de hêza sekinîn û berxwedanê nîşan bidin, wê demê di avakirina Sûriyeya nû de dibe bibin xwedî roleke diyarker. Hingî ku Kurd û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têbikoşin û sîstema xwe ya demokratîk weke alternatîf pêşkêşî giştî Sûriyeyê bikin, hem wê hêzên ku jiyana modern dixwazin li dora xwe kom bike û hêza xwe ya hundir zêde bike, hem jî wê li derve her ku biçe piştgiriyê ji hêzên demokratîk û gelan bigire.

Dema mirov li 20 salên borî dinêre, bi eşkere tê dîtin ku Tayyîp Erdogan li hemberî Beşar Esad di nava dostatiyên çawa sexte de ye û dijminatiya nemerdane dike. Lê belê, Kurd li dijî desthilatdariya Baas ti carî wiha tevnegeriyane. Her tim ji bo Sûriyeya Demokratîk, sekneke bi hêman raber kirine û bi merdane têkoşiyane. Hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdan û mutefîkên wan li dijî çeteyên faşîst ên DAÎŞ’ê, ji deh hezaran zêdetir şehîd dane, bi lehengane şer kirine û mirovahî ji vê belaya faşîst rizgar kirine. Tenê vê berxwedanê jî hêz û navûdengiyeke mezin bi Kurdan û mutefîkên wan daye qezenckirin.

12 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû kom û nasnameyên etnîk, sîstema konfederalîzma demokratîk xistine meriyetê û ceribandineke demokrasiyê ya ku li Sûriyeyê mîna wê nîne, derxistine holê. Bi tecrubeyên rêveberiya demokratîk a feraseta demokratîk, nêzîkatiya ekolojîk û azadiya jinê, pêşketineke nû ya ku hêmanên esas a Sûriyeya nû afirandine, bi dest xistine. Çawa ku li Sûriyeyê ceribandin yan jî tecrubeyeke demokrasiyê ya wiha nîne, tecrubeyeke cidî ya ku mirov jê re bêje demokrasî jî nîne. Çawa ku ev rewş ji bo desthilatdariyê Baas’ê derbasdar e, ji bo HTŞ a ku hewl dide bibe rêveberiya nû jî hîn bêhtir derbasdar e.

Wê demê gelek tiştên Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene ku tevlî avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk bikin. Eşkere ye ku heta ev tecrube û hêza Kurdan esas neyê girtin, Sûriyeya Demokratîk şêwe nagire. Bêyî van li Sûriyeyê herî zêde dîktatoriyeke netew-dewletê ya nû şêwe bigire ku ev dîktatoriya nû ya netewperest û olperest ji ya berê xirabtir e. Ev tê wê wateyê ku, di şêwegirtina Sûriyeya nû ya demokratîk de cih û rolê Kurdan sereke ye. Sûriyeya Demokratîk, wê xwe bispêre tecrubeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek tiştan jê fêr bibe. Wê demê, di rewşa heyî de hêza herî demokratîk û bibandor a Sûriyeyê Kurd û Rêveberiya Xweser a Demokratîk in. Mîna heta niha, di şêwegirtina Sûriyeya nû ya demokratîk de Kurd wê rola xwe ya bi bandor bidomînin.

Wê demê niha dem dema hindê ye ku ev rastî û hêz were dîtin, mirov bêhêvî nebe, di berxwedan û avakirina demokratîk de hêza xwe bi rengekî bibandor bi kar bîne. Divê ev yek jî bi ruhê seferberiyê were kirin. Li ser vî bingehî divê Şoreşa Jin û Gelan were parastin. Divê Sûriyeya Demokratîk li ser bingehê azadiya jinê şêwe bigire. Serketinên nû li benda Kurdan û Rêveberiya Xweser a Demokratîk in.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka