Rayedarê YNK'ê Sûrçî: Peymana li ser Şengalê ya PDK'ê ye, ne ya hikumetê!

Berpirsê Peywendiyan a Navenda YNK'ê ya Mûsil Xeyas Sûrçî bal kişand ser lihevkirina Bexda-Hewlêrê û diyar kir ku lihevkirina li ser Şengalê planeke dewletên derve ye û partiya wan ne li gel vê lihevkirinê ye.

Rojên borî ango 9’ê Cotmehê hate ragihandin ku di navbera Hewlêr-Bexdayê de li ser ewlehiya Şengalê peymanek hatiye îmzekirin. Dengvedanên piştî vê yekê her diçin zêdetir dibin.

Berpirsê peywendiyên Navenda Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ya Mûsil Xeyas Sûrçî helwesta partiya xwe ya têkildarî vê lihevkirina di navbera Hewlêr-Bexda de pêk hatî ji ANF’ê re nirxand.

‘EW LI HEVKIRIN A PDK’Ê YE NE YA HIKÛMETÊ YE’

Sûrçî bal kişand ser lihevkirinê ya di navbera hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê û destnîşan kir ku ev lihevkirin ya PDK ku di navbera wan û hikûmeta Iraqê de pêk hatiye ne ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û got: “Sê navendên partiya me li seranserî parêzgeha Nînowayê heye, lê pirs ji me nehatiye kirin. Me jî bi rêya ragihandinê agahî li vê lihevkirinê bûn. Ev lihevkirin wê nixumandî nemîne.”

‘EM NE LI GEL WÊ LIHEVKIRINÊ NE’

Sûrçî anî ziman ku ew ne li gel vê li hevkirinê ne û diyar kir ku divê ew lihevkirin hemû herêmên nakok ên dikevin madeya 140 ên weke Kerkûk, Xaneqîn, Mendelî, Celewla û deşta nînowa û hemû deverên din. Em piştgiriya lihevkirina li ser Şengalê nakin.”

Li ser pirsa çima lihevkirin li ser giştî herêmên madeya 140 nehate kirin tenê li ser Şengalê hate kirin Sûrçî ev got: “Em jî vê pirsê dikin, çima tenê li ser Şengalê lihevkirin hate kirin. Gumana me ji vê lihevkirinê heye. Em piştgirî didin xelkê Şengal vegerin û em bi vegera wan kêfxweşin.”

‘PKK’Ê 200 HEZAR ÊZIDÎ PARASTIN’

Berpirsê peywendiyên Navenda Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ya Mûsil Xeyas Sûrçî li ser pirsa gelo ma ji bo vegera xelkê Şengalê ya ji bo cih û warê xwe metirsî qet hebû û wiha pêde çû: “Propaganda dihate kirin ku metirsî heye ku ji ber komên çekdar û PKK’ê gel nikarin vegerin. Lê em dibêjin sedemê nevegerandina xelkê Şengalê ne PKK ye. Em bi vekirî didin nîşandan ku roleke mezin a PKK’ê di berxwedana Şengalê û parastina 200 hezar Êzidiyên ji ber çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bibûn û gihandibûn Çiyayên Şengalê. Li Şengalê berxwedanekî baş kirin û xelkê Êzidî parastin.”

‘YBŞ/YJŞ KEÇ Û KURÊN ŞENGALÊ NE’

Sûrçî li ser propagandayên komên çekdar ên li Şengalê hene jî ev got: “Ew çekdar keç û kurên Êzidî û xelkê Şengalê ne. Bi vê peymanê dibêjin li ‘Şengalê nemînin’. Ev ji aliyê me ve mijarekî ya sersûrman e. Ew hêzên Êzidî li wir nemîne biçin kû? Ew kesên Iraq û xelkê Şengalê û Kurd bi kû ve biçin? Gelo biçin Şirnex, Amed, biçin kû? Rast e, li ser fikrê Apo ne, lê her kesên li ser fikra Apo be ne merce ku PKK be.”

‘DEWLETEKÎ HERÊMÎ LI PIŞT LIHEVKIRINÊ YE’

Sûrçî herî dawî got: “Li pişt vê lihevkirinê welatekî herêmî heye. Xelkê Şengalê ne weke berê ye, kes nikare carekî din Şengal bifiroşe. Xelkê Şengalê hişyar bûye, zana bûye. Dost û dijminên xwe dizane, carekî din kes nikare xelkê Şengalê qetil bike.”