Sun Expressê rêwiyên xwe yên bi Kurdî diaxivîn da binçavkirin

Tîma balafira Sun Express a ku sefera Amed-Îzmîrê dikir, daxwaza malbata ku kembera ewlekariyê ji zarokê xwe re xwest red kir, bang li polîsan kir û bav û dayik li nava balafirê da girtin.

Şîrketa rêyên hewayî ya bi navê Sun Express mohra xwe danî binê kiryareke sosret. Tîma balafira Sun Express ku 16'ê Cotmehê sefera Amed-Îzmîrê dikir, bi malbata ku di balafirê de bi Kurdî diaxivî nîqaş kir û piştî vê nîqaşê bang li polîsan kir û malbat da girtin.

Malbatê ji bo zarokê xwe yê du salî xwest, kembera emniyetê were dayin, lê tîma balafirê bersiveke neyînî da vê daxwazê.

Piştî ku balafir bi saet û nîvekê li pîstê hate sekinandin, polîs ketin hundirê balafirê û malbat binçav kirin. Rêwiyên din jî nerazîbûn nîşanî bûyerê dan û li ser vê yekê pîlotê balafirê got, 'Kî dixwaze peya bibe bila peya bibe, em ê rabin."

2  rêwiyên nerazîbûn nîşanî rewşê dan ji balafirê peya bûn. Welatiyên ku di seferên balafiran ên ber bi Kurdistanê ve gelek caran li van kiryaran rast tên, her carê ji ber zimanê xwe yê dayikê diaxivin heqaret li wan tê kirin. Hostesên li balafirê bi gotina "Hûn bi zimanekî nayê zanîn diaxivin" zexta axaftina bi Tirkî li rêwiyan tê kirin.

Yek ji rêwiyan Mehtap Alîşan qala bûyerê kir û got, "Dema ku kontrola kember dihate kirin, rêwiyekî bi navê Mehmet ji bo zarokê xwe kember xwest. Lê hostesê bersiv neda vê daxwazê. Zarok jî dest bi girî kir. Rêwî, ji bo mirovên din aciz nebe, zarokê xwe xist hembêza xwe. 4 caran daxwaza kembera emniyetê kir. Herî dawî hostes got, 'Ez nadim'. Li ser vê yekê, rêwî jê re got, 'Ev çend car in ez bang dikim, hûn carekê li min venegeriyan û we bersiv nedan. Hûn çima bi vî rengî tevdigerin?' Hostes jî bersiv neda û çû. Me hewl dida dilê rêwî xweş bikin û tevî ku 30 deqe di ser re derbas bûn jî balafir hê ranebû. Hostes dîsa hat û got, 'Pîlot got, eger zarok kemberê girê nede wê nikaribe balafirê rake'. Jin û mêrên mexdûr tevî ku gotin 'Zarok li ser kursiyê rûnanê, berpirsyarî ya me ye' hostes got, 'Em vê qebûl nakin' û bi dengekî bikind gef xwar ku wê dest bi hewldanên qanûnî bike."

KIRIN BINÊ ÇAVAN

Alîşan wiha dewam kir: "Dayika zarok got, 'Em bi fîrmayên din jî diçin. Li wir rewşeke ewqasî tund nîne. Kember didan me. Sedema vê helwesta we çi ye?' Li ser vê yekê hostes got, 'Divê hûn li gorî van pîvanên me tevbigerin'. Tevî ku di ser re saetek derbas bû jî pîlot balafir ranekir û daxuyaniyek jî neda. Li ser nerazîbûna rêwiyan, tîma balafirê got, 'Hejmara rêwiyên li derve check-în kirine û ya rêwiyên di balafirê de li hev nayê. Ji ber vê yekê em disekinin'. Di heman demê de bang li polîsan kirin û polîsên ketin hundirê balafirê, jin û mêrên bi hostes re nîqaş kirin, ji balafirê daxistin. Dema ku rêwiyan nerazîbûn nîşanî vê dan, pîlot jî got 'kî dixwaze dikare peya bibe' û gef li rêwiyan xwar. Li ser vê yekê du rêwî peya bûn."

Alîşan diyar kir ku bi mehan e bi balafirê diçe Amedê û got, "Sun Express ku her carê rotarê dike, vê carê bi rastî jî polîtîkaya 'ya hez bike, ya biterikîne' meşand. Em ê li pêşberî vê mexdûriyetê bêdeng nemînin. Ji bo der barê berpirsyaran de lêpirsîn bê destpêkirin, min gilî kir."