BI DÎMEN

‘Stran gotin hêzê dide min’

Çîdem Uren a ku li Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê bi karê hunerê re mijûl dibe destnîşan kir ku stran hêzek mezin dide wê û wiha got: “Ez di hunerê de Eyşê Şan ji xwe re mînak digirim û dixwazim di hunerê de xwe bigihînim asta wê.”

Huner, rêgez û pîvanên civakê dide diyarkirin. Gelê Kurd jî bi huner û çanda xwe ya dewlemend pîvan û rêgezên jiyanê ji xwe re destnîşan kiriye. Di reseniya çanda Kurdî de keda jinê, dengbêjî û hunera wê hertim hatiye parastin. Berdevka Stêra Zêrîn Çîdem Uren têkildarî mijarê û xebatên xwe yên çandî ji ajansa me re axivî.

LI SER DAXWAZA BAVÊ XWE DEST BI XEBATA HUNERÊ KIR

Çîdem Uren diyar kir ku wê li ser daxwaz û pêşniyara bavê xwe dest bi xebatên muzîkê kiriye û wiha got: “Ez 18 salî me û li Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê dijîm. Cara destpêkê li ser daxwaza bavê xwe min dest bi karê hunerê kir. Hunera min keşif kir û xwest ez gavekê ber bi hunerê ve biavêjim. Li ser vê daxwaza bavê xwe, min di refa 3’an a sertayî de beşdarbûna xwe ji pêşbirka dengbêjî ya festîvala 4’ê Nîsanê re çêkir û di wê pêşbirkê de bûm yekem. Di heman salê de ez başdarî komeke muzîkê bûm. Sê salan li ser hev di pêşbirka dengbêjî ya 4’ê Nîsanê de bûm yekem. Ev ji bo hunera min gav avêtinên mezin bûn. Ez gelek ji mzîkê hezdikim û hêzek cûda dide min. Dayik û bavê min di vî alî de bi min re dibin alîkar. Min bi kelecanek mezin dest bi karê hunerê kir û ew kelecana min heta niha jî di heman astê de didome.”

‘LI GORÎ MIN DENGBÊJÎ HÊZEKE’

Uren di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ne tenê di aliyê stran gotinê de, ew dixwaze di hemû aliyên hunerê de xwe pêş bixe û wiha pêde çû: “Dema ez derbazî dibistana navîn bûm, min berpirsyartiya komek mûzîkê girt ser milê xwe û ez bi wan re mijûl bûm. Di dema şerê Efrînê de min stranek têkildarî berxwedana Efrînê ya bi navê ‘Çiqa Zeytûnê’ çêkir. Min cara destpêkê wê demê stranek amade kir, ev jî hêzek cûda da min. Ne tenê di xebatên mûzîkê de, min di heman demê de cihê xwe di şano û komên govendê de jî digirt. Li kêleka van xebatên xwe min mamostahî ji komên muzîk û govendê re jî dikir. Di van salê dawî de min dest bi dengbêjiyê jî kir. Bavê min hertim dengbêjî bi min dida guhdar kirin ku ez bikaribim bibêjim. Dema ez dengbêjî dibêjim, hestek gelek cûdatir di min de derdikeve pêş. Hezkirina min a li hemberî dengbêjiyê mezintir bûye. Li gorî min dengbêjî hêzeke. Ji ber ku di aliyê çanda resen a Kurdî de dengbêjî pir girîng e. Ez gelek kêfxweşim ku ez dengbêjî dibêjim. Ji ber ku mîrasê bav û kalên me ye û divê em biparêzin.”

‘BI KÊFXWEŞÎ Û KELECANEKE MEZIN PERWERDEYÊ DIDIM’

Çîdem Uren di dawiya gotinên xwe de bang li ciwan û jinên ciwan kir ku li hemberî bişaftin û qirkirina çandî, çanda resen a gelê Kurd biparêzin û wiha got: “Min xwest xebatên xwe yên muzîkê berfirehtir bikim. Min havîna derbazbûyî perwerdeya gîtarê didît û îsal ez perwerdeya gîtarê didim. Nêzî 70 şagirtên min hene. Ez bi kêfxweşî û kelecanek mezin perwerdeyê didim şagirtên xwe. Ez dixwazim wan di aliyê çanda Kurdî û pêşketinên çandî de perwerde bikim. Ez ji karê hunerî hezdikim û karekî bi rûmet dibînim. Xebatên çand û hunerê kirin û pêşxistin erka me ye, ez ê heta dawiyê xebata xwe berdewan bikim. Ez dixwazim rol û mîsyona xwe di nava civakê de bi awayek baş û bi taybet jî li ser hîmê bingehîn ê civaka Kurd û çand Kurd pêş bixim. Ez di hunerê de Eyşê Şan ji xwe re mînak digirim û dixwazim di hunerê de xwe bigihînim asta wê. Ez bang li tevahî ciwanên Kurd bi taybet jî li jinên ciwan dikim li hemberî qirkirin û bişaftina çandî, hunera Kurdî biparêzin û lê xwedî derbikevin.”