SMJÊ: Salvegara Komara Mahabad pîroz kir
SMJÊ, bi peyamekê 71'emîn salvegar Komara Mahabadê li tevahî Kurd û bi taybet li gelên Rohilata Navîn pîroz kir.
SMJÊ, bi peyamekê 71'emîn salvegar Komara Mahabadê li tevahî Kurd û bi taybet li gelên Rohilata Navîn pîroz kir.
Siwana Meclise Jinên Êzidi (SMJÊ), bi daxuyaniyekî nivîskî 71'emîn salvegera Komara Mahabadê li gelê Kurd û hemû mirovahiyê pîroz kir.
Di peyama SMJ'ê de ev tişt hate gotin: "Dema ku Komara Kurdistane di 22.Çileye 1946 hat damezrandin, armanca Qazi Muhammed avakirina yekitiya gelê Kurd bû. Ew xewn û xiyala Qazi Muhammad, îro li Rojava ye Kurdistanê pek tê. Ji destpeka şoreşa Rojava heta roja me ya iro, êdî baweriya gelê Kurd bi dijminê wan nayê. Ji bo vê jî tim di nava têkoşînê de ye. Ji bo vê divê gelê Kurd bi lezgînî mil bide milê hev û ji bo li darxistina Kongreya Netewî bikeve nava xebatan. Çarenûsa azadiya Kurd lidarxistina Kongreya Netewî ye. Bingeha berxwedana li Rojava, Şengal û Bakurê Kurdistanê ser esasê Komara Qazi Muhamad pek te."