'PDK'ê xwe bi dagirkeran ve girê daye'

Elî Kerîmî bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dijminê gelê Kurd û got: "PDK salên 60’î girêdayî Îran, salên 80’ê li ser xatirê Xamneyî pêşmergeyên Rojhilat têk bir. 97’an kete pêşiya Baasê û anî Hewlêr. Niha jî bi Tirkiyeyê re Kurdistanê dagir dike.”

Nivîskar, siyasetmedar û çavdêrê siyasî yê Başûrê Kurdistanê Elî Kerîmî têkildarî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ji ANF'ê re axivî.

'PEYAMA BARZANÎ JI BO XIZMETA TIRKIYEYÊ YE'

Kerîmî bal kişand ser rola hikûmeta Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê hikûmet di destê Barzaniyan de ye û got: "Li Başûrê Kurdistanê hikûmeteke şirîk, hikûmeta Herêmê nîne. Hikûmeta binemala Barzanî heye. Li gel vê ne muxalefeteke rast û dirûst heye, yên şirîkên hikûmetê jî ne şirîkên rast in. Ji ber ku peyama Barzanî ji bo armancên dewleta Tirk û MÎT’a Tirkiye ye. Rêveberiya heyî nikare ji derveyî plan û stratejiya Erdogan û AKP’ê biçe derve.”

Kerîmî bal kişand ser kiryarên PDK’ê û diyar kir ku PDK’ê hinek kes li dora xwe bi pereyan kom kiriye, li ser navê wan daxivin û got: "PDK’ê hinek kole û kesên bi pere li ser navê wan baxivin bi pereyê xelkê ava kiriye. Bi paye û nelirêtî hinek kes di bin navê rewşenbîr û hinek alî li dorî xwe kom kiriye ji bo wan daxivin û bûne dihola wan a deng derxistinê. PDK’ê tiştek nîne, ji derveyî pere."

'HEZ JI DAGIRKERAN DIKIN!'

Siyasetmedar Elî Kerîmî diyar kir ku ji aliyê herkesî ve hatiye zanîn ku binemala Barzanî hez ji gelê Kurd nake, hez ji dagirker û dostên dagirkerên Kurdistanê dikin. Kerîmî got: "Divê ev mijar bi rast û dirûst ji bo hemû gelê Kurd bê ragihandin. Divê ev yek ji aliyê her kes û pêkhateyan ve bê zanîn; niha dehaqek dest daniye ser Kurdistanê û mûçe, neft û petrola Kurdistanê didize û talan dike. Dibistanan digire, heqdestê mamostayan nadin; zarok bê mamoste ne. Ev du meh derbas bûn hê jî dibistan nehatine vekirin."

'PDK’Ê BI TEMAMÎ XWE BI TIRKIYE VE GIRÊ DAYE'

Siyasetmedar û çavdêrê siyasî yê Başûrê Kurdistanê Elî Kerîmî bal kişand ser rola PDK’ê ya di dîrokê de ya li hember aliyên Kurdî û ev nirxandin kir: "PDK di roja îro de bi tememî xwe bi Tirkiyeyê ve daye girêdan. Eger em li dîrokê binêrin em ê rûyê wan ê rastir bibînin. Ji bo wan pere ji şeref, rûmet û kerametê baştir e. PDK salên 60’î girêdayî Îran Şoreşa Îlonê li ser sifreyê pêşkêşî şahê Îranê kir, salên 80’ê jî piştî desthilata Îranê hilweşiya yeke din hate ser desthilatê PDK di bin navê Qyadey Miweqe li ser xatirê Xameyî pêşmergeyên Rojhilat di bin rêveberiya Dr. Qasimlo têk bir. 97’an jî kete pêşiya Baasê û anî Hewlêr. Niha jî bi Tirkiyeyê re Kurdistanê dagir dikin."

'BI XWE JÎ JI GOTINÊN XWE BAWER NAKIN; ÇAVÊ WAN LI PEREYAN E'

Kerîmî qala kesê bi navê Elî Ewnî kir ku mîna kesên din ên alîgirê PDK’ê jî ev got: "Ev kes kesên kirêkirî yên girêdayî binemala Barzanî ne. Gelek caran ev kes daxivin ku bêjin da filan kurê Barzanî ji bo wan bêje bê ka çawa me diparêzin, diaxivin. Ew bi xwe jî malbata Barzanî baş nas dikin. Bi xwe jî baweriya wan bi wan gotinên dike nayê. Tenê ji bo malbata Barzanî guh bide wan û desteka madî ku çend defter dolar bide wan."

'XWE JI HIKÛMETÊ BIKIŞÎNIN; NEBIN ŞIRÎKÊN DIZ Û TALANA WAN'

Herî dawî Elî Kerîmî bang li aliyan kir û wiha pêde çû: "Bang li YNK, Goran, Komele, Yekgirtû û hemû rojnamevanan dikim, hêvî ji xwendekaran dikim û dibêjim; ji malbata Barzanî ya ku weke hikûmeta herêma Kurdistanê tê nasîn xizmetgûzarî pêk nayê. Ev hikûmet nabe hikûmeta civakê. Nabe hikûmeta xelkê Şarezûr, Qelediz, Germiyan û hemû welatiyan. Ev hikûmete mîna desthilata kevin a mîr û mîrzadetiyê ye. Divê şirîkên hikûmetê xwe ji hikûmetê bikişînin. Ma hûn xiyaneta wan a li dîrokê nabînin. Nebin şirîkên diz û talana wan."